Nameya Pawlos a ji Romayiyan re
Pêşgotin
Çend sal piştî rabûna Îsa Mesîh a ji nav miriyan, bawermendên Mesîhî gihîştin Romayê, ku paytextê Împeratoriya Romayiyan bû. Pawlosê ku ji aliyê Xwedê ve bi şandîtî hatibû hilbijartin, xwest ku here Romayê û ji wir jî derbasî Spanyayê bibe.
Pawlos, hê beriya ku dest bi rêwîtiya xwe bike, ev name ji bawermendên Romayê re nivîsî (15:24-28). Wî ev name di navbera salên 56 û 57an de li bajarê Korîntê nivîsî.
Mijara nameyê di beşa 1:16-17an de tê diyarkirin. Ev rastiya esasî ye ya ku ji Peymana Kevin tê (binêrin Habaqûq 2:4), di Nameya ji Galatiyan re (3:11) û Nameya ji Îbraniyan re (10:38) de jî tê diyarkirin.
Ev name dikare bi vî awayî bê beşkirin:
I. Silav û dabaşa nameyê 1:1-17
II. Her kes sûcdar e, rastdarî bi keremê ye 1:18-3:31
III. Mînaka Birahîm 4:1-25
IV. Lihevhatina mirov û Xwedê 5:1-7:25
V. Jiyana bi Ruh 8:1-39
VI. Plana Xwedê ya ji bo Cihû û miletên din 9:1-11:36
VII. Jiyana kesê ku baweriyê bi Mesîh tîne 12:1-15:21
VIII. Planên Pawlos û silavên aştiyê 15:22-16:27