Nameya Pawlos a pêşî ji Tîmotêyos re
Pêşgotin
Tîmotêyos bawermendekî xort bû, ji bajarê Lîstra yê Asyaya* Biçûk bû. Ji vê derê re îro Hatunsaray tê gotin û di nav sînorên bajarê Qonyayê de dimîne. Diya Tîmotêyos Cihû bû, belê bavê wî Yewnanî bû (Karên Şandiyan 16:1).
Pawlos di gera xwe ya pêşî de, li bajarê Lîstrayê rastî Tîmotêyos hat û di gera xwe ya diduyan de ew bir ba xwe. Piştre Tîmotêyos bû hevalê wî yê xebatê û di rêza pêşî de bi wî re cih stand. Ji ber vê yekê navê Tîmotêyos gelek caran di Karên Şandiyan û di hemû nameyên Pawlos de tê gotin. Pawlos, Tîmotêyos bi kardestî şand Selanîk,Mekedonya û Korîntê.
Ev name di dawiya jiyana Pawlos de hatiye nivîsîn.
Pawlos di vê nameya xwe de diyar dike, ka Mesîh çawa ew rizgar kiriye û girîngiya duayê tîne zimên. Di nameyê de li ser karên serwer û xizmetkarên civînê jî tê gotin.
Ev name dikare weha bê beşkirin:
I. Têkiliya Pawlos û Tîmotêyos 1:1-20
II. Perizîn û rêkûpêkiya civînê 2:1-4:16
III. Serûberiya civînê 5:1-6:2
IV. Hişyarkirina li hember dewlemendiyê 6:2-21