Mizgîniya Îsa Mesîh li gor Yûhenna Beşa 19

Kitêba Pîroz » Peymana Nû » Yûhenna 19

1
Hingê Pîlatos Îsa girt û da ber qamçiyan.

2
Leşkeran jî ji stiriyan tacek honandin û dan serê wî û xiftanekî binefşî lê kirin.

3
Îcar dihatin pêş wî û digotin: «Bijî padîşahê Cihûyan!» Û sîle li wî dixistin.

4
Pîlatos dîsa derket derve û ji wan re got: «Va ye, niha ez wî tînim derve ba we, da ku hûn bizanin ku min tu sedemê sûcdarkirina wî nedîtiye.»

5
Li ser vê yekê Îsa bi taca serê xwe ya ji stiriyan çêkirî û bi xiftanê binefşî yê li xwe kirî ve derket derve. Pîlatos ji wan re got: «Va ye, ew mirov!»

6
Dema ku serekên kahînan û parêzgeran ew dît, qîriyan û gotin: «Wî li xaçê bixe, wî li xaçê bixe!» Pîlatos ji wan re got: «Hûn bi xwe wî bibin li xaçê bixin. Ez bi xwe tu sedemê sûckirina wî nabînim.»

7
Cihûyan bersîva wî da û gotin: «Şerîeta me heye û li gor Şerîetê divê ew bimire. Çimkî wî xwe kiriye Kurê Xwedê.»[a]

8
Dema ku Pîlatos ev gotin bihîst, ew hê bêtir tirsiya.

9
Ew dîsa çû hundirê qesra walî û ji Îsa re got: «Tu ji ku derê yî?» Lê Îsa bersîva wî neda.

10
Pîlatos jî jê re got: «Ma tu bi min re napeyivî? Ma tu nizanî ku desthilatiya min heye ku ez te berdim û desthilatiya min heye ku ez te li xaçê jî bixim?»

11
Îsa lê vegerand û got: «Eger ji jor ji te re nehata dayîn, tu desthilatiya te wê li ser min tunebûya. Ji ber vê yekê gunehê wî yê ku ez dame destê te mezintir e.»

12
Hingê Pîlatos dixebitî ku Îsa berde, lê Cihû qîriyan û gotin: «Eger tu vî mirovî berdî, tu ne dostê Qeyser î! Her kesê ku xwe bike padîşah, li hember Qeyser serî hildaye!»

13
Dema ku Pîlatos ev gotinên ha bihîstin, Îsa anî derve. Ew bi xwe jî li ser kursiyê dîwanê rûnişt, ku li cihê ‹Reqfa Kevir› bû – bi Îbranî* jê re ‹Gabata› digotin.

14
Roja* Amadekirinê ya Cejna Derbasbûnê bû. Saet li dora diwanzdehan bû, nîvro bû. Pîlatos ji Cihûyan re got: «Va ye, padîşahê we!»

15
Lê ew qîriyan: «Bila ji me dûr be, bila ji me dûr be! Wî li xaçê bixe!» Pîlatos ji wan re got: «Ma ez padîşahê we li xaçê bixim?» Serekên kahînan bersîva wî dan: «Ji Qeyser pê ve, padîşahê me tune.»

16
Hingê wî Îsa teslîmî wan kir, da ku li xaçê bixin.
Li ser vê yekê wan Îsa bir.

Îsa li Xaçê Tê Xistin 

17
Îsa bi xwe xaça xwe hilgirt û derket wî cihê ku jê re ‹Cihê Qoqê Serî› – bi Îbranî ‹Golgota› – digotin.

18
Li wê derê wan ew bi du kesên din re li xaçê xistin. Her yek li kêlekekê, Îsa di navbera wan de bû.

19
Pîlatos depikek nivîsî û bi xaçê ve danî. Tiştê nivîsî ev bû: «ÎSAYÊ NISRETÎ, PADÎŞAHÊ CIHÛYAN.»

20
Gelek Cihûyan ev nivîsdek xwend, çimkî cihê ku Îsa li xaçê xistibûn nêzîkî bajêr bû û ew bi Îbranî*, Latînî û Yewnanî hatibû nivîsîn.

21
Lê serekên kahînên Cihûyan ji Pîlatos re gotin: «Nenivîse ‹Padîşahê Cihûyan›! Binivîse ku ‹Vî mirovî got: Ez Padîşahê Cihûyan im.›»

22
Pîlatos bersîv da: «Min çi nivîsîbe, min nivîsiye.»

23
Piştî ku leşkeran Îsa li xaçê xistin, wan cilên wî hildan, kirin çar par, da ku ji her yekî re parek bikeve. Kirasê wî jî hildan. Kiras ji serî heta binî honandî û bêdirûtin bû.

24
Îcar ji hevdû re gotin: «Werin em vî nedirînin, em pişkê bavêjin, ka wê ji kê re bikeve.» Ev çêbû, da ku ew nivîsar bê cih:
«Cilên min di nav xwe de leva* kirin,
Û ji bo xiftanê min pişk avêtin.»[b]
Hingê leşkeran tam evên ha kirin.

25
Li ber xaça Îsa diya wî, xaltiya wî, Meryema jina Klopas û Meryema* Mejdelanî rawestabûn.

26
Dema Îsa dît ku diya wî û şagirtê wî yê ku wî jê hez dikir li wê derê disekinin, wî ji diya xwe re got: «Sitiyê! Va ye kurê te!»

27
Di pey de wî ji şagirtê xwe re got: «Va ye diya te!» Ji hingê û pê ve vî şagirtî ew bir mala xwe.

Mirina Îsa 

28
Piştî vê yekê êdî Îsa dizanibû ku her tişt pêk hat. Ji bo ku Nivîsara Pîroz bê cih, wî got: «Ez tî me.»

29
Firaxek ji sihikê tijekirî li wê derê bû. Avgirek* li nav sihikê xistî bi serê darikê gûrizê* ve danîn û dirêjî devê wî kirin.

30
Gava ku Îsa sihik vexwar, wî got: «Temam bû», serê xwe xwar kir û ruhê xwe da.

Gotina Pêxember Tê Cih 

31
Ji ber ku roja* Amadekirinê bû û diviya roja Şemiyê cesed li ser xaçê nemînin – çimkî ew Şemî rojeke gelek girîng bû – serekên Cihûyan ji Pîlatos daxwaza şikandina teşkên ên xaçkirî kirin, da ku ew bên rakirin.

32
Îcar leşker hatin; pêşî teşkên yekî û di pey de teşkên ê din ên ku bi wî re hatibûn xaçkirin, şikandin.

33
Lê gava ku ew hatin ba Îsa û dîtin ku ew ji xwe miriye, wan teşkên wî neşikandin.

34
Lê dîsa jî ji leşkeran yekî newqa wî bi rimê qul kir û di cih de av û xwîn herikî.

35
– Yê ku ev dît şahidî kir, da ku hûn jî bawer bikin. Şahidiya wî rast e û ew dizane ku ew rastiyê dibêje. –

36
Ev çêbû, da ku ew nivîsar bê cih:
«Tu hestiyê wî nayê şikandin.»[c]

37
Û dîsa nivîsareke din weha dibêje:
«Ewê li wî yê ku bedena wî qul kirine binêrin.»[d]

Veşartina Îsa 

38
Piştî vê yekê, Ûsivê ji Arîmetyayê yê ku şagirtê Îsa bû û ji tirsa serekên Cihûyan xwe aşkere nekiribû, daxwaza rakirina cesedê Îsa ji Pîlatos kir û Pîlatos destûr dayê. Îcar Ûsiv hat û cesedê Îsa rakir.

39
Nîkodêmos jî hat, yê ku cara pêşî bi şev hatibû ba Îsa; wî nêzîkî sed lîtrên* Romayî ji mur* û dara* ûdê tevlihevkirî anî.

40
Wan cesedê Îsa hilanî, li gor adetên Cihûyan ên veşartina miriyan, giyayên bîhnxweş lê dan û bi cawên keten ew pêçan.

41
Li cihê ku Îsa lê hatibû xaçkirin baxçeyek hebû û di nav baxçe de jî goreke nû hebû ku hê tu kes lê nehatibû veşartin.

42
Ji ber ku roja* Amadekirinê ya Cihûyan bû û gor jî nêzîk bû, Îsa li wê derê dirêj kirin.

  1. a. 19:7 Qanûna Kahîntiyê 24:16
  2. b. 19:24 Ji: Zebûr 22:18
  3. c. 19:36 Ji: Derketin 12:46; Hejmartin 9:12; Zebûr 34:20
  4. d. 19:37 Ji: Zekerya 12:10