Mizgîniya Îsa Mesîh li gor Yûhenna Beşa 20

Kitêba Pîroz » Peymana Nû » Yûhenna 20

Gora Vala 

1
Roja pêşî ya heftiyê, serê sibê zû, hê ku tarî bû Meryema* Mejdelanî hat ser gorê. Wê dît ku kevir ji ber derê gorê hatiye rakirin,

2
bi bez çû ba Şimûn-Petrûs û şagirtê din ê ku Îsa jê hez dikir û ji wan re got: «Xudan ji gorê derxistine û em nizanin ku ew danîne ku derê.»

3
Li ser vê yekê Petrûs û şagirtê din derketin derve û bi aliyê gorê ve hatin.

4
Herdu jî bi hev re dibezîn, lê şagirtê din ji Petrûs zûtir bezî û ew pêşî gihîşt ser gorê.

5
Dema wî xwe xwar kir û nêrî, dît ku cawên keten raxistî ne. Lê ew neket hundir.

6
Hingê Şimûn-Petrûs jî li pey wî hat; ket hundirê gorê, cawên keten ên raxistî

7
û destmala ku li serê Îsa hatibû pêçandin, dîtin. Destmal ne li ba cawên keten bû, lê pêçayî û ji wan veqetayî bû.

8
Hingê şagirtê din ê ku pêşî gihîştibû ser gorê ket hundir. Wî dît û bawer kir.

9
– Wan hê ji Nivîsara Pîroz fêm nedikir ku diviya Îsa ji nav miriyan rabe. –

10
Piştî vê yekê şagirt vegeriyan cihên xwe.

Îsa Xwe Nîşanî Meryema Mejdelanî Dide 

11
Lê Meryem li derve, li ber gorê sekinîbû û digiriya. Wê bi girîn xwe xwar kir û li hundirê gorê nêrî,

12
dît ku du milyaketên cilspî, li cihê ku cesedê Îsa lê hatibû dirêjkirin rûniştine, yek li cihê serê wî û yê din li cihê lingên wî.

13
Milyaketan ji wê re got: «Ya sitiyê! Tu çima digirî?» Meryemê ji wan re got: «Xudanê min rakirine û ez nizanim ew danîne ku derê.»

14
Gava wê weha got, li pişt xwe zivirî û dît ku Îsa li wê derê rawestaye. Lê wê nizanibû ku ew Îsa ye.

15
Îsa ji wê re got: «Ya sitiyê, tu çima digirî? Tu li kê digerî?» Meryemê jî guman kir ku ew baxçevan e; wê ji wî re got: «Ezxadim, eger te ew rakiribe, ji min re bêje, te ew daniye ku derê, da ku ez wî ji wê derê rakim.»

16
Îsa ji wê re got: «Meryem!» Meryem li wî zivirî û bi Îbranî got: «Rabbonî!» ku bi mana «Mamoste!» ye.

17
Îsa ji wê re got: «Destê xwe li min nede, çimkî hê ez derneketime ba Bav. Lê here ba birayên min û ji wan re bêje: ‹Ez derdikevim ba Bavê xwe û Bavê we, ba Xwedayê xwe û ba Xwedayê we.›»

18
Meryema* Mejdelanî çû ba şagirtan û ji wan re got: «Min Xudan dît» û tiştên ku wî ji wê re gotibû ji wan re got.

Îsa Xwe Nîşanî Şagirtên Xwe Dide 

19
Wê êvara roja pêşî ya heftiyê, gava şagirt ji tirsa Cihûyan di pişt deriyên girtî de civiyabûn, Îsa hat, di nav wan de sekinî û ji wan re got: «Silamet li ser we be.»

20
Ev tişt got, destên xwe û newqa xwe nîşanî wan da. Gava ku şagirtan Xudan dît, pirr şa bûn.

21
Îsa dîsa ji wan re got: «Silamet li ser we be. Wek ku Bav ez şandim, ez jî we dişînim.»

22
Piştî ku weha peyivî pif kir wan û ji wan re got: «Ruhê* Pîroz bistînin.

23
Hûn li gunehên kê bibihûrin, ew lêbihûrtî ne. Hûn li gunehên kê nebihûrin, li wan nayê bihûrtin.»

Îsa û Tûma 

24
Tûmayê ku yek ji diwanzdehan bû û jê re Cêwî digotin, gava ku Îsa hat, ne bi wan re bû.

25
Şagirtên din ji wî re gotin: «Me Xudan* dît.» Lê Tûma ji wan re got: «Heta ku ez di destên wî de cihê bizmaran nebînim, tiliya xwe li cihê bizmaran nedim û destê xwe daneynim ser newqa wî, ez qet bawer nakim.»

26
Piştî heşt rojan, şagirtên Îsa dîsa li malekê bûn û Tûma jî bi wan re bû. Derî girtî bûn, lê Îsa hat, di nav wan de sekinî û got: «Silamet li ser we be.»

27
Di pey de ji Tûma re got: «Tiliya xwe bîne vir û li destên min binêre. Destê xwe jî dirêj bike û deyne ser newqa min. Êdî bêbaweriyê neke, lê belê bi bawerî be!»

28
Tûma lê vegerand û got: «Xudanê* min û Xwedayê min!»

29
Îsa ji wî re got: «Ji ber ku te ez dîtim tu bawer dikî? Xwezî bi wan ên ku nebînin, lê dîsa bawer dikin!»

Armanca Vê Kitêbê 

30
Erê, Îsa li ber şagirtên xwe hê gelek nîşanên din jî çêkirin ku ew di vê kitêbê* de nehatine nivîsîn.

31
Lê ev hatine nivîsîn, da ku hûn bawer bikin ku Îsa Mesîh e, Kurê Xwedê ye û bi vê baweriyê jiyana we bi navê wî hebe.