Nameya Yûhenna ya diduyan
Pêşgotin
Yûhenna vê nameya xwe wek «berpirsiyarê civînê, ji sitiya hêja û zarokên wê» re dinivîse (ku bi mana civîna derekê û bawermendên wê ye). Armanca esasî ya vê nameyê, hezkirina bawermendan a ji hevdû û li hember hîndariyên şaş hişyarkirina wan e.
Di vê nameyê de tenê beşek heye. Ev name dikare bi vî awayî bê beşkirin:
I. Silav (ayetên 1-3)
II. Rastî û hezkirinê (ayetên 4-11)
III. Gotinên dawî (ayetên 12-13)