Nameya Yûhenna ya sisiyan
Pêşgotin
Nameya Yûhenna ya sisiyan ji Gayos re hatiye nivîsîn. Nivîskar di vê nameyê de ji bo ku alîkariya bawermendan kiriye pesnê wî dide û li hember mirovekî bi navê Diyotrefîs bawermendan hişyar dike. Diyotrefîs xwe li ber bawermendan mezin dike, şandiyan qebûl nake û paşgotiniyê dike.
Di vê nameyê de tenê beşek heye. Ev name dikare bi vî awayî bê beşkirin:
I. Destpêk (ayetên 1-4)
II. Fedakariya ji bo birayan (ayetên 5-8)
II. Diyotrefîs û Dîmîtriyos (ayetên 9-12)
IV. Silavên aştiyê (ayetên 13-15)