Mizgîniya Îsa Mesîh li gor Yûhenna

Kitêba Pîroz » Peymana Nû » Yûhenna Pêşgotin

Pêşgotin

Nivîskarê vê kitêbê di dawiya sedsala pêşî de ev berhem nivîsiye. Nivîskar bi xwe navê xwe nade. Herwekî ku tê zanîn, nivîskar yek ji her diwanzdeh şagirtên* Îsa*, Yûhenna ye. Yûhenna xwe wek şagirtê ku Îsa jê hez dikir dide naskirin (1:14; 19:35; 21:24).

Armanca sereke ya nivîsara vê kitêbê diyarkirina Peyva* Xwedê ye (1:1-18). Nivîskar çend karên Îsa yên nedîtî û hêzdar (keramet, mûcîze) û rabûna wî ya ji nav miriyan tîne zimên û diyar dike ku wî ev nîşanên bijare ji bo ku mirov baweriyê bi Mesîh* bînin û bigihîjin jiyana herheyî nivîsîne (20:30, 31).

Îsa bi hînkirin, jiyan, mirin û vejîna xwe (rabûna xwe ya ji nav miriyan) riya perizîna (îbadeta) rastîn û aştiyê* nîşanî mirovan dide û ji bo jiyana herheyî dibe ronahî. Ew weha dibêje: «Rê, rastî û jiyan ez im» (14:6). Îsa bi meseleyên ku bi jiyana rojane re têkildar in, wek av, nan, şivan, mî û hwd. bêhejmar rastiyên ruhanî ji nêzîk ve ronahî dike.

Taybetiyeke nivîsara Yûhenna heye ku wê ji nivîsara Metta, Marqos û Lûqa cihê dike. Di bijartina mijarê de, di gel ku ew bêtir li ser xizmetên Îsa yên li Celîlê radiwestin, Yûhenna li ser xizmeta li Orşelîmê* radiweste. Ew hînkirina Îsa bi meselan dibêjin, Yûhenna vê hînkirinê bi peyivînên* rûbirû tîne zimên. Bêguman ji bilî van hê gelek cihêtiyên din jî di navbera wan de hene. Çimkî her nivîskarî komên xwendevanên cihê ji bo xwe armanc girtiye.

Ev nivîsar kare bi vî awayî bê beşkirin:
I. Destpêk û Peyva pêşî (1:1-18)
II. Şahidiya Yûhennayê imadkar û şagirtên Îsa yên pêşî (1:19-51)
III. Xizmeta Îsa ya li aliyê Çemê Urdunê, li Celîlê û li Orşelîmê (2:1-12:50)
IV. Gotinên Îsa yên ji şagirtan re (13:1-17:26)
V. Girtin û xaçkirina Îsa (18:1-19:42)
VI. Rabûna Îsa ya ji nav miriyan (20:1-31)
VII. Îsa careke din xwe nîşanî şagirtan dide (21:1-25)

Yûhenna Bixwîne