Zebûr Beşa 10

Kitêba Pîroz » Peymana Kevin » Zebûr 10

Zebûr 10 

1
Ya Xudan, tu çima wusa dimînî li dûrî,
Di demên teng de xwe vedişêrî?

2
Bi quretiya xerab dişewite bindest,
Bila bikeve xefika xwe, ew yê serdest.

3
Zilamê xerab, bi ya ku canê wî dikişîne dibe pesindar,
Yê çavbirçî, red dike Xudan, biçûk dibîne Afirandar.

4
Bi pozbilindiya xwe, yê xerab nagere li Xudan,
Hergav dibê, “Xwedê tune,” ev e ya wî, hemû raman.

5
Fireh e riya xeraban,
Hukmên te ji nêrîna wan pirr bilindtir e,
Yê xerab fêm nake, li ba wî ne berz û ne çêtir e.

6
Di dilê xwe de dibêje,”Ez nahejim,
Tu car ber bi felaketê ve nabezim.”

7
Devê wî bi lanet, hîle û xedariyê tije ye,
Fesadî û xerabî di bin zimanê wî de heye.

8
Li dora gundan kozik datîne,
Li derên xewle canê bêriyan hiltîne,
Bi dizî çavê xwe, li ser yê bêçare digerîne.

9
Wek şêrê di şikeftê de,
Li dera xalî kozik datîne,
Ji bo girtina bindest dimîne.
Ku girt, tora xwe kaş dike û hiltîne.

10
Ditewin, dikevin ser qerefîskan,
Neçar dikevin nav pençan.

11
Di dilê xwe de dibêjin, “Ji bîr kir Xwedê,
Nixamt rûyê xwe, hew dibîne vê.”

12
Rabe ya Xwedê, destê xwe bilind ke ya Xudan!
Tu ji bîr neke bindestan!

13
Çima yê xerab biçûk dibîne Xwedê,
Di dilê xwe de, “Ew hesab napirse” dibê?

14
Belê tu dibînî, ji bo bi destê xwe cezakirinê,
Li kîn û xerabiyê dimeyzînî,
Tu yî spartgeha neçaran,
Tu yî alîkarê sêwiyan.

15
Bişkîne milê xerab û neheq,
Bipirse li hesabê nepirsî yê bêheq.

16
Padîşah e, her û her Xudan,
Namîne li diyarê wî tu tişt ji miletan.

17
Ji bo dayina heqê bêkes û neçaran,
Ya Xudan, te bihîst bangkirina hejaran.

18
Tê dilê wan xurt bikî, gohê xwe li wan vebikî,
Da ku zilamê ji axê, nebe sedemê tirsê.