Zebûr Beşa 101
- 1
- Ezê kerem û dadperweriya te bi lavijan bêjim,
Ezê bi îlahiyan pesnê te bidim, ya Xudan.
- 2
- Ezê bi şehrezayî di riya tekûziyê de herim,
Tê kîngê werî ba min?
Di hundirê mala xwe de bi tekûziya dil bigerim.
- 3
- Ezê tucar rê nedim ya xerab,
Nefret dikim ez ji karê durûyan,
Ew napeşke min.
- 4
- Bila ji min dûr be durûtî,
Ez nas nakim xerabiyê.
- 5
- Ezê tune bikim, yê ku fesadiya dostê xwe dike,
Ez ranagirim yê ku ji jor de dinêre, dilqure ye.
- 6
- Çavê min li ser zilamên dilsoz ên welat e,
Ez dixwazim ew li ba min rûnên;
Yê ku li ser riya rast e, ewê ji min re bike xizmet.
- 7
- Wê li mala min rûnenê zilamê hîlekar,
Li ber çavê min nemîne, yê derewkar.
- 8
- Ezê her sibe, tune bikim xerabên welat,
Da ku ez ji bajarê Xudan, bavêjim hemû kesê fesad,