Zebûr Beşa 102

Kitêba Pîroz » Peymana Kevin » Zebûr 102

Dua zilamê hejar ê ku ji neçarî derdê xwe ji Xudan re dibêje. 

1
Ya Xudan, bibihîze dua min,
Bila bigihîje ba te feryada min.

2
Di roja teng de tu rûyê xwe li min nezivêre,
Goh bide dengê min,
Roja ku min bangî te kir, tu zû bide bersîva min.

3
Çimkî rojên min, wek dûmanê tune dibin,
Wek êzingê agirpêketî, dişewitin hestiyên min.

4
Dilê min, wek giyayê çilmisî ziwa bû,
Min nan xwarinê jibîr kir.

5
Ji ber nalînên xwe,
Heliyam, ez çerm û hestî mam.

6
Ez wek bûmê çolê me,
Wek kundê li nav wêranê me.

7
Xew nakeve çavê min,
Wek beytika tenê ya li ser ban im.

8
Dijminên min, tevahiya rojê neheqiyê dikin li min,
Yên ji min hêrsbûyî, naletê tînin li navê min.

9
Çimkî ji ber hêrs û xezeba te,
Ez wek nan, xweliyê dixwim,

10
Û ez hêstirên çavê xwe vedixwim.
Çimkî te ez hildam û li erdê xistim.

11
Rojên min wek siya berê êvarê ne,
Û ez, wek giya çilmisîm.

12
Belê tu ya Xudan, tu her û her li ser textê xwe yî,
Û hemû nifş, wê te bibîr bînîn.

13
Tê rabî û ji Siyonê re dilovaniyê nîşan bidî,
Dema li wê rehimkirinê ye, ew dema kifşkirî hat.

14
Evdên te, ji kevirê wê derê hez dikin,
Ber toza wê derê dikevin.

15
Netew ji navê Xudan,
Hemû padîşahên dinê ji rewnaqiya te ditirsin.

16
Çimkî wê Xudan Sîyonê ji nû ve ava ke,
Û bajêr bi rewnaqî xuya ke.

17
Wê dua hejaran bibihîze,
Lavakirina wan biçûk nebîne.

18
Bila ev ji bo nifşên bê were nivîsîn,
Û gelê ku hê çênebûye,
Ji Xudan re spas bike.

19
Çimkî Xudan, ji bilindahiya pîrozgeha xwe,
Ji ezmanan, li erdê nihart.

20
Da ku nalînên girtiyan bibihîze,
Û zaryênên mirinê rizgar ke.

21
Gava ku gel û padîşahî
Ji bo perizîna Xudan bicivin,

22
Wê navê wî li Siyonê,
Pezindana wî li Orşelîmê bê bihîstin.

23
Di nîvê rê de Xudan hêza min qels kir,
Rojên min kêm kir.

24
Min got, “Ey Xwedayê min, di nîvê rojên min de tu min nestîne!
Salên te, dewran bi dewran dajon!

25
“Te ji berê ve bingeha dinyayê danî,
Ezman jî karên destê te ne.

26
Ewê tune bibin, belê tê bimînî.
Ewê hemû wek kincekî kevin bibin.
Tê wan wek xiftanekî biguhêrî,
Ewê biguherin.

27
Belê tu hergav wek xwe yî,
Dawiya salên te, tune.

28
Wê li ber çavên te bijîn zarokên evdên te,
Nîjada wan wê raweste li pêş te.”