Zebûr Beşa 104

Kitêba Pîroz » Peymana Kevin » Zebûr 104

Zebûr 104 

1
Xudan pîroz bike, ey canê min!
Tu çiqas mezin î, ya Xudan Xwedayê min!
Te berzî û rewnaqî li xwe kiriye,

2
Tu yî, yê ku ronahiyê wek xiftan li xwe pêçayî.
Tu ezmanan, wek konekî ditikînî.

3
Tu menzelên xwe, li ser avên jor datînî,
Tu ewran ji xwe re dikî erebe
Tu li ser bazkên bayê digerî.

4
Tu bayê, ji xwe re dikî şandî,
Tu agir û pêtê, ji xwe re dikî xizmetkar.

5
Te erdê li ser bingeha wê ava kir,
Da ku her û her neleqe.

6
Te kûrahiyê wek xiftan lê rapêça,
Av li ser serê çiyan man.

7
Bi lêhilatina te ew reviyan,
Bi avêtina brûskê re vekişiyan.

8
Ew zû reviyan dera ku te ji bo wan ava kir,
Ji çiyayan derbas bûn, herikîn newalan.

9
Te ji bo wan, sînorekî ku derbas nebin danî,
Da ku cardin erdê nenixêmin.

10
Kaniyên ku te deranîn ji newalan,
Di nav çiyan de diherikin.

11
Hemû heywanên çolê av didin,
Tîbûna kerên çolê ji wan dibin.

12
Çivîk li ba wan hêlînên xwe çêdikin,
Ji nav guliyên wan distirin.

13
Tu ji menzela xwe ya li ezman çiyayan av didî,
Erd ji meywa karên te têr dibe.

14
Tu ji bo heywanan giya,
Sebzên ku bi kêrî mirov tên digihînî;
Da ku mirov nanê xwe ji erdê hilînin,

15
Şeraba ku dilê mirov şa dike,
Runê ku rûyê mirov dikenîne,
Nanê ku hêz dide dilê mirov, tu didî.

16
Darên Xudan,
Sedirên Lubnanê yên ku wî danîne, têr tên avdan.

17
Li wir çivîk hêlînên xwe çêdikin,
Herçî legleg e, mala wê darên hervizan e.

18
Çiyayê bilind ji bo pezkûviyan e,
Zinar stara kîroşkan e.

19
Te hîvê ji bo nîşandana demsalan çêkir,
Roj dizane, wê li ku derê here ava.

20
Tu dikî tarî, dibe şev,
Hingê hemû heywanên daristanê dertên.

21
Şêrên ciwan ji bo nêçîrê dikin himmîn,
Û ji Xwedê xwarina xwe dixwazin.

22
Bi derketina rojê re vedikişin,
Û di şikeftên xwe de radizên.

23
Mirov diçin karên xwe,
Heta êvarê dikin xebata xwe.

24
Ya Xudan, çiqas pirr in karên te!
Te hemûyan bi şehrezayî kir;
Ruyê erdê bi afirîdên te tije ne.

25
Deryayên bêserî û bêbinî,
Afirîdên biçûk û mezin,
Tê de, bi hev re dijîn.

26
Li wir gemî digerin,
Ji bo ku tê de bileyize, Levyetanê ku te çêkir li wir e.

27
Hemû li benda te ne,
Da ku tu, di demê de xwarina wan bidî wan.

28
Tu didî, ew dicivînin,
Tu destê xwe vedikî, ew bi qenciyê têr dibin.

29
Tu rûyê xwe vedişêrî, ew ditirsin,
Tu hilma wan dibirrî, ew dimirin û dibin ax.

30
Tu Ruhê xwe dişînî, ew diafirin,
Û tu, rûyê erdê nû dikî.

31
Bila rewnaqiya Xudan her û her bajo!
Bila Xudan bi karên xwe şa be!

32
Ew li erdê dinêre, erd dilerize,
Bi destdana wî, çiya dişewitin.

33
Heta ez bijîm, ezê ji Xudan re lavijan bêjim,
Heta ez hebim, ezê bi lavijan pesnê Xwedayê xwe bidim.

34
Bila ramana min li xweşa wî here,
Şabûna min bi Xudan be!

35
Bila gunehkar ji dinê rabin,
Yên xerab êdî tune bin!
Ey canê min, Xudan pîroz bike!
Pesnê Xudan bidin!