Zebûr Beşa 105

Kitêba Pîroz » Peymana Kevin » Zebûr 105

Zebûr 105 

1
Spas bikin ji Xudan re, bang bikin navê wî,
Di nav gelan de, bidin bihîstin karên wî!

2
Bi lavijan bidin pesnê wî, ji wî re bistirin,
Karên wî yên nedîtî bêjin!

3
Bi navê wî yê pîroz pesnê xwe bidin,
Bila şa bin yên ku li Xudan digerin!

4
Li Xudan û li hêza wî bigerin,
Hergav li rûyê wî bigerin!

5
Karên wî yên nedîtî,
Şehaneyên wî,
Û dadbariyên ji devê wî derketî bibîr bînin!

6
Ey nifşê xizmetkarê wî Birahîm,
Zarokên Aqûb ên ku wî bijartine,

7
Xwedayê me Xudan ew e,
Dadbariyên wî li ser tevahiya erdê ne.

8
Ew peymana xwe,
Sozê xwe yê ku ji bo hezar nifşî daye,

9
Peymana ku bi Birahîm re çêkiriye,
Sonda ku ji bo Îshaq xwariye her û her bibîr tîne.

10
Wî ev, wek qanûn bi Aqûb re,
Wek peymaneke herheyî bi Îsraêlê re çêkir.

11
Wî got, “Wek para we ya ji mîrasê,
Ezê diyarê Kenanê bidim we”,

12
Hingê ew bi hejmarî kêm, gellek kêm bûn,
Li wir xerîb bûn.

13
Ji ba milletekî diçûn ba yekî din,
Ji welatekî diçûn welatekî din.

14
Xudan nehêşt ku kes bi wan xerabiyê bike,
Ji bo xatirê wan, ew li padîşahan hilat.

15
Wî got, “Dest nedin yên ku min mesih kirine,
Xerabiyê bi pêxemberên min nekin!”

16
Wî li welat xela rakir,
Hemû xwarinan qedand.

17
Wî zilamek li pêş wan şand,
Ûsivê ku bi koletî hat firotan.

18
Zincîr li lingê wî xistin, ew êşandin,
Bi hesin ew ji stûyê wî girêdan,

19
Heta ku gotina wî hat cih,
Peyva Xudan ew ceriband.

20
Padîşah zilam şand, ew da berdan,
Serwerê gelan, ew azad kir.

21
Wî ew, li ser tevahiya mala xwe kir desthilatdar,
Li ser tevahiya serweta xwe kir berpirsiyar;

22
Da ku, serokên wan li gor daxwaza xwe perwerde bike,
Û şehrezatiyê hînî rûsipiyên wan bike.

23
Hingê Îsraêl jî hat Misirê,
Aqûb, li diyarê Ham bû mêvan.

24
Xudan gelê xwe pirr zêde kir,
Ew ji dijminên wan hêzdartir kir.

25
Dû re, wî dilê dijminên wan guhart,
Da ku ji gelê wî nefret bikin,
Û hîlekarî li wan bikin.

26
Wî hizmetkarê xwe Mûsa,
Harûnê ku bijartibû, şand ba wan.

27
Wan di nav wan de nîşan dan karên Xudan,
Karên wî yên ku mirov şaş dikin, li diyarê Ham.

28
Dema ku wan serî li ber peyva wî rakir,
Wî tarî şand û seranserê welat tarî kir.

29
Wî ava wan zivirand xwînê,
Û masiyên wan mirand.

30
Welat tije bûn beq,
Heta ketin odeyên padîşahên wan.

31
Bi fermana Xudan, derketin keriyên mêşan,
Li seranserê welat kermêş belav bûn.

32
Di şûna baranê de zîpik bariya,
Brûskê avêt li ser welatê wan.

33
Li rezên wan, li darên hêjîrên wan xist,
Perçe bi perçe kir darên welatê wan.

34
Bi fermana wî, kulî rabûn,
Her der bi têjikên wan tije bûn.

35
Wan tevahiya giyayên welat xwar,
Û berê axa wan qedandin.

36
Xudan hemû nixuriyên li welatê wan,
Hêza wan a pêşî kuşt.

37
Bi zêr û zîv wî Îsraêliyan ji welat deranî,
Ji eşîrên wan tu kes ne terpilî.

38
Bi çûyina wan Misir şa bû,
Çimkî tirsa Îsraêliyan ketibû ser wan.

39
Xudan ser wan bi ewr nixamt,
Bi şev, riyên wan bi agir ronahî bûn.

40
Bi xwestina wan, wî sûsik şand,
Bi nanê ezmanan wî ew têr kirin.

41
Wî zinar çirand, av jê pijiqand,
Li erdên ziwa, wek lehî herikand.

42
Çimkî peyva xwe ya pîroz,
Û xizmetkarê xwe Birahîm bibîr anî.

43
Wî gelê xwe bi şahî,
Bijartiyên xwe, bi stranên şahiyê ji welat deranî.

44
Wî axa netewan da wan,
Û wan keda gelan mîras sitand;

45
Da ku qanûnên wî bînin cih,
Û li gor şerîeta wî rêve herin.
Ji Xudan re spas bikin!