Zebûr Beşa 106

Kitêba Pîroz » Peymana Kevin » Zebûr 106

Zebûr 106 

1
Pesnê Xudan bidin!
Ji Xudan re spas bikin, çimkî ew qenc e,
Kerema wî her û her e.

2
Kî dikare karên Xudan ên hêzdar bêje,
Kî dikare tevahiya pesnê wî bide bihîstin?

3
Xwezî bi wan ku dadperweriyê diparêzin,
Û hergav ya rast dikin!

4
Çaxê te qencî bi gelê xwe kir, min bibîr bîne ya Xudan,
Gava ku tu wan rizgar dikî, min jî têxe nav wan.

5
Da ku ez qenciya bijartiyên te bibînim,
Bi şahiya netewa te şa bim,
Bi mîrasa te pesindar bim.

6
Wek bav û kalên xwe, me jî sûc kir,
Me guneh û xerabî kir.

7
Li Misirê, bav û kalên me,
Karên te yên nedîtî te fêm nekirin,
Wan zêdebûna qenciyên te fêm nekir,
Li deryayê, li keviyê Derya Sor serî rakirin.

8
Belê ji bo ku hêza xwe nîşanî wan bide,
Wî ji bo navê xwe, ew rizgar kirin.

9
Ew li Derya Sor hilat, derya ziwa bû,
Wek ku li çolê dimeşin,
Wî ew di kûrahiyan de meşandin,

10
Ew ji destê dijminên wan rizgar kir,
Ji destê yên ku ji wan nefret dikin xelas kir.

11
Avê dijminên wan nixamt,
Tu kes ji wan nema.

12
Hingê bawerî bi peyva wî anîn,
Bi lavijan pesnê wî dan.

13
Belê karên wî zû jibîr kirin,
Li benda şîreta wî neman.

14
Îcar li çolê azweriya wan zêde bû,
Li wê derê Xwedê ceribandin.

15
Xwedê ya ku xwestin da wan,
Belê nexweşînek ku diqedîne kir bela serê wan.

16
Ew li ordîgehê ji Mûsa,
Û ji veqetandiyê Xudan Harûn, dexisîn,

17
Hingê erd qelişî û Datan daqurtand,
Alîgirên Avîram nuxamt.

18
Agir bi ser peywirên wan ve bariya,
Pêtê yên xerab şewitand.

19
Li Horevê conegayek darêjtî çêkirin,
Û perizîn pûtê bi destan hatiye çêkirin.

20
Wan berziya Xwedê,
Bi sûretê gayekî ku giya dixwe guhartin.

21
Wan ji bîr kir, Xwedayê ku ew xelas kirî,
Û li Misirê, karên mezin kirî,

22
Li diyarê Ham karên nedîtî çêkirî,
Li Derya Sor karên ecêb kirî.

23
Loma wî got, wiyê ew tune bikirana,
Eger evdê wî yê bijartî Mûsa, li şeqara li pêşberî wî ranewestiya,
Û xezeba wî neziviranda, wiyê ew tune bikirana.

24
Hingê wan diyarê xweş biçûk dît,
Bawerî bi sozê wî neanîn.

25
Di konên xwe de kirin mirre mirr,
Goh nedan gotina Xudan.

26
Loma Xudan destê xwe rakir û sond xwar ku wan,
Li çolê, li bin gohê erdê xe,

27
Nîjada wan li nav miletan wer ke,
Wan li welatên cihê belav ke.

28
Hingê wan xwe spart Baalê Peorî,
Qurbana ku ji miriyan re hatiye dayin xwarin.

29
Bi karên xwe yên xerab Xudan hêrs kirin,
Û nexweşîna webayê di nav wan de belav bû.

30
Hingê Pînehas rabû û dest avêtê,
Nexweşîn rawesta.

31
Ev yek ji bo wî rastdarî hat hesibandin,
Ji nifşekî heta yê din, her û her.

32
Li keviyên ava Merîva, wan cardin hêrs kir Xudan,
Bela hat serê Mûsa, ji rûyê wan;

33
Çimkî wan êş bi ruhê wî da kişandin,
Peyvên bêtedbîr ji lêvên wî hatin der.

34
Wek ku Xudan li wan emir kiribû,
Wan gel helaq nekirin,

35
Belê bi miletan re ketin nav hev,
Û karên wan hîn bûn.

36
Bi ser de perizîn pûtên wan,
Bi vî awayî ketin dafika wan.

37
Kurên xwe, keçên xwe,
Ji cinan re kirin qurban.

38
Ji bo ku ji putên Kenanê re bikin qurban,
Wan xwîna bêrî ya kur û keçên xwe rijand,
Welat qirêjî bû bi xwîna wan.

39
Bi vî awayî, bi kirinên xwe, xwe herimandin,
Bi karê xwe re bêbextî kirin.

40
Hêrsa Xudan li hember gelê wî rabû,
Û ji mîrasa xwe nefret kir.

41
Wî ew dan destê miletan.
Yên ku ji wan nefret dikirin, bûn serwer li ser serê wan.

42
Dijminên wan ew pelçiqandin,
Serî li hemûyan tewandin.

43
Xudan gellek caran ew azad kirin,
Belê niyeta wan serî hildan bû,
Û bi sûcên xwe, xwe tune kirin.

44
Gava ku Xudan, bihîst feryada wan,
Wî nihart li tengahiya wan.

45
Ji bo xatirê wan, peymana xwe bibîr anî,
Li gor mezinbûna kerema xwe, dilovanî li wan kir.

46
Wî kir ku, yên ew dîl girtine,
Dilovan bin li hember wan.

47
Ya Xudan, Xwedayê me, me rizgar ke,
Me ji nav miletan bicivîne.
Da ku em ji navê te yê pîroz re spas bikin,
Bi berziya te pesnê xwe bidin.

48
Bila Xwedayê Îsraêlê Xudan,
Ji berê ve, heta her û her pîroz be!
Bila tevahiya gel “Amîn!” bêje.
Pesin ji Xudan re!