Zebûr Beşa 107

Kitêba Pîroz » Peymana Kevin » Zebûr 107

Zebûr 107 

1
Spas bikin ji Xudan re, çimkî qenc e,
Kerema wî her û her e.

2
Bila weha bêjin yên ku Xudan ew azad kirine,
Ew yên ku ji tengahiyê xelas kirine,

3
Wî ew ji rojhilat, ji rojava, ji bakûr, ji başûr,
Ji welatan civandine.

4
Li çolê, li dera tenha, ew eware geriyan,
Bajarek ku lê rûnên nedîtin.

5
Tî û birçî,
Dilê wan xeriqî.

6
Hingê di tengahiya xwe de, ji Xudan re feryad kirin,
Wî ew ji derdê wan xelas kirin.

7
Ji bo ku herin bajarekî ku lê rûnên,
Wî ew di riya rast de meşandin.

8
Bila spas bikin ji bo kerema Xudan,
Ji bo karên nedîtî yên ku kirî ji bo mirovan.

9
Çimkî ew tiyan têr dike,
Canê birçî bi qenciyê tije dike.

10
Li dera tarî û di bin siya mirinê de rûniştibûn,
Girtiyên xemgîn û bi zincîran girêdayî.

11
Çimkî li hember peyvên Xwedê serî hildabûn,
Û şîreta Yê Herî Berz biçûk dîtibûn.

12
Wî dilê wan bi karên giran nizim kir,
Ketin, kesî ku ji wan re bibe alîkar tunebû.

13
Hingê ji nav tengahiyan, feryad kirin li Xudan,
Wî ew azad kirin ji derdê wan;

14
Wî ew ji tariyê û ji bin siya mirinê deranîn,
Wî şikand zîncîrên wan.

15
Bila spas bikin ji bo kerema Xudan,
Ji bo karên wî yên ku kirî ji bo mirovan,

16
Çimkî wî deriyên tunc şikand,
Û darikên hesin ji hev qetand.

17
Hin ji wan bêaqil bûn,
Ji ber sûc û xerabiyên xwe kişandin.

18
Dilê wan ji hemû xwarinan li hev diket,
Nêzikî deriyên mirinê dibûn.

19
Hingê di tengahiyê de feryad dikin li Xudan,
Ew wan xelas dike ji derdê wan.

20
Peyva xwe şand, sihetê da wan,
Ji çala ku ketinê, xelas kir wan.

21
Bila spas bikin ji bo kerema Xudan
Ji bo karên wî yên ku kirî ji bo mirovan.

22
Bila gorîyên spaskirinê pêşkiş bikin,
Û bi qîrînên şahiyê kirinên wî bidin bihîstin!

23
Hin bi gemiyan şeqitîn deryayê,
Li ser avên mezin kar dikirin,

24
Ew dibînin karên Xudan,
Karên nedîtî yên ku kirî li kûrahiyan.

25
Çimkî wî emir kir, ba û bager rakir,
Pêlên deryayê bilind kir.

26
Ew derketin ezman, daketin binî,
Di tengahiyê de, heliya wêrekiya wan,

27
Wek serxweşan şewişîn, terpilîn,
Û ji serê wan çû hişê wan.

28
Hingê di tengahiyê de feryad kirin li Xudan,
Wî ew xelas kirin ji derdê wan.

29
Wî bagerê da sekinandin,
Pêlan da rawestandin;

30
Hingê şa bûn, çimkî gihîştin rihetiyê,
Wî ew gihadin kara ku dixwestin herinê.

31
Bila spas bikin ji bo kerema Xudan,
Ji bo karên wî yên ku kirî ji bo mirovan.

32
Bila wî berz bikin di civata gel de,
Pesnê wî bidin di koma rûsipiyan de.

33
Ew çeman dizivirîne çolê,
Kaniyên avê dike ziwayî,

34
Axa bi ber û adan,
Ji rûyê xerabên li ser rûniştî dike çol.

35
Ew çolê dizivirîne gola avê,
Axa ziwa dike kaniya avê.

36
Ji bo ku bajarekî lê rûniştinê ava bikin;
Birçiyan li wir dide rûniştin.

37
Ew zeviyan dajon, rezan datînin,
Û bi zêdehî ber hiltînin.

38
Bi pîrozkirina Xudan,
Ew gellek zêde bûn,
Wî kêm nekir heywanên wan.

39
Dîsa ji destê xedarî, xerabî û kederê,
Kêm bûn, hatin biçûkkirin.

40
Xudan şermî barand bi ser mîrên wan,
Di çola bêrê de ew eware gerand.

41
Belê yê feqîr ji sefaletê deranî,
Malbatên wan wek keriyê pez zêde kir.

42
Yên rast dibînin û pê şa dibin,
Yên xerab devê xwe radidin.

43
Yê şehreza vana digire,
Aqilê wî ji kerema Xudan dibirre.