Zebûr Beşa 11
- 1
- Ez xwe dispêrim Xudan,
Hûn çawa ji bo min dibêjin,
“Wek çivîkan bireve çiyan.
- 2
- Binêre li xeraban,
Dişidînin kevanan,
Ji bo ku di tariyê de bavêjin yên dilpak,
Ditikînin tîran.
- 3
- Çaxê bingeh hilweşîn,
Dikare çi bike zilamê rastîn?”
- 4
- Li perestgeha pîroz e Xudan,
Textê wî li ezmanan,
Ew her kesî dibîne,
Hemû mirovan diceribîne.
- 5
- Yê rast diceribîne Xudan,
Ji yê xerab, ji yê zordar aciz e, ji can.
- 6
- Wê li ser xeraban terafa agir û kewkurtê bibarîne,
Wê para wan bikeve kasa bayê ku dişewitîne.
- 7
- Çimkî Xwedê rast e, ji rastiyê hez dike;
Li ber mirovê rast rûyê xwe vedike.