Zebûr Beşa 110
- 1
- Xudan ji efendiyê min re got:
“Heta ku ez dijminên te, ji bin lingê te re bikim pêpelûk
Tu li milê min ê rastê rûnê.”
- 2
- Wê Xudan ji Siyonê gopalê hêza te bişîne,
Tu di nav dijminên xwe de serweriyê bajo!
- 3
- Di roja te ya şer de,
Wê gelê te bi dilxwazî herin.
Wek xunava ku di seherê de dikeve,
Bi rewnaqiya pîroz pêçayî,
Wê xortên te li pey te werin.
- 4
- Xudan sond xwar, ji sonda xwe nazivire:
“Li gor pergala Melkîsedek,
Tu her û her kahîn î!”
- 5
- Reb li milê te yê rastê ye,
Di roja xwe ya xezebê de, wê li padîşahan xe.
- 6
- Wê di nav miletan de dadbariyê bike,
Wê hawirdor bi laşan tije bibe,
Wê li seranserê erdê, serokan bipelçiqîne.
- 7
- Wê ji newala li ser riya xwe avê vexwe;
Loma wê serê xwe rast bigire.