Zebûr Beşa 116

Kitêba Pîroz » Peymana Kevin » Zebûr 116

Zebûr 116 

1
Ez ji Xudan hez dikim,
Çimkî ew dengê min û hawara min dibihîze.

2
Ji ber ku wî gohê xwe da min,
Heta ku ez bijîm, ezê bangî wî bikim.

3
Benên mirinê hawirdora min girtin,
Û tengahiyên diyarê mirinê ez pêçam,
Derd û tengahiyê ez girtim.

4
Hingê min bangî navê Xudan kir,
“Eman, ya Xudan tu canê min azad ke!”

5
Xudan keremdar û dadperwer e,
Xwedayê me dilovan e.

6
Xudan mirovên sexik diparêze,
Gava ez ketim, wî ez rakirim.

7
Ey canê min, li rihetiya xwe vegere,
Çimkî Xudan qencî bi te kir.

8
Te canê min ji mirinê,
Çavên min ji hêsiran,
Lingên min ji terpilînê rizgar kir.

9
Ezê li diyarê jiyandaran,
Li pêş Xudan rêve herim.

10
Dema ku min digot, “Ez tengahiya mezin dikişînim” jî,
Min baweriya xwe parast.

11
Min di şaşbûna xwe de got,
“Hemû mirov derewkar in.”

12
Ji bo hemû qenciyên ku bi min kir,
Ma ez çi bidim Xudan?

13
Ezê kasa rizgariyê hilînim,
Û navê Xudan bang bikim.

14
Li pêşberî hemû gelê xwe,
Ji Xudan re, bicih bînim sozên xwe.

15
Di çavên Xudan de,
Mirina dilsozên wî hêja ye.

16
Ya Xudan, ez evdê te yê rastîn im;
Lawê qewraşa te me,
Te zincîrên min vekir.

17
Ezê goriya spaskirinê pêşkişî te bikim.
Ya Xudan, ezê bangî navê te kim.

18
Ezê nedrên ku min ji Xudan re soz dane bînim cih,
Li pêşber hemû gelê wî,

19
Li hewşa mala Xudan,
Li nav te, ey Orşelîm!
Pesnê Xudan bidin!