Zebûr Beşa 119

Kitêba Pîroz » Peymana Kevin » Zebûr 119

(ALEF) 

1
Xwezî bi wan ku riya wan paqij e,
Ew di şerîeta Xudan de rêve diçin.

2
Xwezî bi wan ku şîretên wî digirin,
Bi hemû dilê xwe li wî digerin!

3
Ew tucar neheqiyê nakin,
Di riya wî de rêve derin.

4
Şertên ku te danîn,
Divê serî li ber wan bê danîn.

5
Xwezî ez biryardar bûma,
Min qanûna te bi cih baniya!

6
Gava min bi cih anîn hemû emrên te,
Hingê ez şermî nabim li ber te.

7
Çaxê ez hîn bim dadbariyên te yên rastdar,
Ezê spas bikim ji te re bi dilekî sozdar.

8
Ezê bi cih bînim qanûnên te,
Tu min bi tevahî bernede!

(BEYT) 

9
Zilamê ciwan riya xwe bi çi paqij dike?
Bi gohdana peyva te.

10
Bi hemû dilê xwe ez li te geriyam,
Min ji emrên xwe averê neke!

11
Da ku ez guneh nekim li hember te,
Min di dilê xwe de veşart gotina te.

12
Ya Xudan tu pîroz î,
Qanûnên xwe fêrî min ke.

13
Dadbariyên ku derdikevin ji devê te,
Ez bi lêvên xwe didim bihîstin.

14
Ez şa dibim, li ser şopa şîretên te,
Wek ku her dewlemendî ya min be.

15
Ezê li ser emrên te bixebitim,
Û çavên min li riya te be.

16
Ez dilşa dibim bi qanûnên te,
Jibîr nakim gotina te.

(GÎMEL) 

17
Qenciyê bi evdê xwe bike, da ku ez bijîm,
Û peyva te bigirim.

18
Çavên min veke,
Da ku ez harîqayên şerîeta te bibînim.

19
Ez mêvan im li vê dinê,
Tu emrên xwe ji min veneşêre!

20
Hergav bi bêrîkirina dadbariyên te,
Dihele dilê min.

21
Tu, yên ku ji emrên te averê dibin,
Li qureyên bi nalet dihilêyî.

22
Tu, şermî û neheqiya wan ji ser min hilîne,
Çimkî min, şîretên te girtin.

23
Serok bicivin û li hember min bipeyivin jî,
Evdê te, wê kûr û dûr bifikire li ser qanûnên te.

24
Şîretên te ji bo min şahî ne,
Ew ji bo min şêwirmendî ne.

(DALET) 

25
Canê min bi axê ve dizeliqe,
Li gor peyva xwe, tu min vejîne.

26
Min riyên xwe gotin, te ez bersîvandim;
Qanûnên xwe fêrî min bike!

27
Bike ku ez şertên te hîn bibim,
Û li ser harîqayên te bifikirim.

28
Canê min ji kederê dihele,
Li gor peyva xwe min hêzdar bike!

29
Riya derewê ji min dûr bike,
Tu bi keremê min hînî şerîeta xwe bike.

30
Min riya dilsoziyê bijart,
Dadbariyên te danîn ber xwe.

31
Min xwe bi şîretên te ve zeliqand,
Tu min nede şermê ya Xudan!

32
Te şehrezayiya min zêde kir,
Ez li riya emrên te, diçim bi bazdan.

(HE) 

33
Tu riya qanûnên xwe hînî min bike, ya Xudan,
Da ku ez heta dawiyê bigirim wan.

34
Tu şehrezayî bide min, ez şerîeta te bigirim,
Û ez, bi hemû dilê xwe goh bidimê.

35
Rêberiya min bike li gor emrên xwe,
Çimkî ez ji wan zewqê distînim.

36
Tu dilê min li şîretên xwe bizivirîne,
Û wî li qezenca neheq nefetlîne.

37
Tu çavên min ji tiştên vala bizivirîne,
Û min di riya xwe de vejîne.

38
Ji bo ku ji te bê tirsîn,
Sozê ku te daye evdê xwe bi cih bîne.

39
Şerma ku ez jê ditirsim ji min dûr bigire,
Çimkî dadbariyên te qenc in.

40
Min bêriya emrên te kiriye!
Tu min, bi rastdariya xwe vejîne.

(VAV) 

41
Bila kerema te bigihîje min, ya Xudan,
Û rizgarkirina te, wek ku te soz da min!

42
Hingê yên ku li min neheqî kirin,
Wê bersîva xwe bigirin,
Çimkî min bawerî bi gotina te anî.

43
Peyva rastiyê, bi tevahî ji devê min derneyne,
Çimkî min hêviya xwe, bi dadbariyên te ve girêda.

44
Ezê şerîeta te,
Her û her bigirim.

45
Ezê di firehiyê de bimeşim,
Çimkî ez li şertên te geriyam.

46
Li pêş padîşahan ezê şîretên te bêjim,
Ezê şermî nebim.

47
Ez ji emrên te zewqê distînim,
Ez ji wan hez dikim.

48
Ez emrên te gellek dihesibînim, ji wan hez dikim,
Ezê kûr li ser qanûnên te bifikirim.

(ZAYÎN) 

49
Sozê ku te daye evdê xwe bibîr bîne,
Bi wî te hêvî dabû min.

50
Di tengahiyê de eve xemrevîna min,
Sozê te jiyanê dide min.

51
Yên qure bi min pirr tinazên xwe kirin,
Dîsa ez venegeriyam ji şerîeta te.

52
Çaxê min dadbariyên te yên kevin bibîr anî,
Ya Xudan, min ji wan teselî deranî.

53
Ji ber yên ku dev ji şerîeta te berdan,
Hêrsê ez girtime.

54
Li derê xerîbiyê,
Qanûên te ji min re bûn lavij.

55
Ez bi şev navê te bibîr tînim ya Xudan,
Şerîeta te digirim.

56
Ya ku ez dikim,
Ez şertên te digirim.

(HET) 

57
Yê min, para min Xudan e,
Min soz da ezê peyvên te bigirim.

58
Ez bi hemû dilê xwe li kerema te geriyam.
Li gor sozê xwe li min were rehmê.

59
Ez li ser riyên xwe fikirîm,
Min gavên xwe li gor şîretên te avêt.

60
Ji bo ku ez emrên te bigirim,
Min lezand û ez derengî nemam.

61
Benê xeraban ez pêçam,
Min şerîeta te jibîr nekir.

62
Ji bo dadbariyên te yên rast,
Ez ji nîvê şevê ve radibim, dikim spas.

63
Ez ji hemû yên ku ji te ditirsin re heval im,
Ji hemû yên ku şertên te digirin.

64
Erd bi kerema te tije ye, ya Xudan
Tu qanûnên xwe hînî min bike.

(TET) 

65
Ya Xudan, li gor peyva xwe,
Te qencî kir bi evdê xwe.

66
Tu zanîn û şehrezayî bide min,
Çimkî ez bawerî bi emrên te tînim.

67
Beriya dilkovaniyê, ez ji rê derketibûm,
Belê niha ez bi gotina te dikim.

68
Tu qenc î û qenciyê dikî;
Qanûnên xwe hînî min bike.

69
Yên qure li hember min derew kirin,
Belê ez bi hemû dilê xwe şertên te digirim.

70
Dilê wan bez girt,
Belê ez ji şerîeta te zewqê digirim.

71
Ji bo min baş bû ku ez ketim;
Da ku ez qanûnên te hîn bibim.

72
Ji bo min şerîeta devê te,
Ji hezaran zêr û zîvan çêtir e.

(YOD) 

73
Destên te ez afirandim, ez bi şikil kirim.
Fêmdariyê bide min, da ku ez emrên te hîn bibim.

74
Yên ku ji te ditirsin bi dîtina min şa dibin,
Çimkî ez hêviya xwe bi peyva te girê didim.

75
Ez dizanim ya Xudan, dadbariyên te rast in;
Te ez bi dilsozî nizim kirim.

76
Li gor sozê ku te daye min, evdê xwe,
Bila hezkirina te ji min re bibe xemrevî.

77
Bila dilovaniya te bê ser min, da ku ez bijîm,
Çimkî şerîeta te zewqa min e.

78
Bila qure şerm bikin, çimkî wan bi derewan ez sûcdar kirim.
Ez li ser şertên te difikirim.

79
Bila li min vegerin yên ku ji te ditirsin,
Yên ku bi şîretên te dizanin.

80
Bila dilê min bêkêmahî qanûnên te bi cih bîne,
Da ku ez neyêm şermîkirin.

(KAF) 

81
Canê min bêriya rizgarkirina te dike,
Min hêviya xwe bi sozê te ve girê da.

82
Çavê min li riya sozên ku te dane, qetiya,
Ez dipirsim, “Ma tê kîngê xemên min birevînî?”

83
Ez bûm wek meşka nav dûmanê,
Belê ez qanûnên te jibîr nakim.

84
Ma wê heta kîngê bisekine evdê te?
Tê kîngê dadbar bikî yên ku li min dikin zilim?

85
Qureyên ku li gor şerîeta te nekirin,
Ji bo min çal çêkirin.

86
Hemû emrên te dilsoz in;
Bi neheqî tengahiyê didin min, tu were alîkariya min!

87
Hindik mabû min ji rûyê erdê rakin,
Belê ez terka şertên te nakim.

88
Li gor kerema xwe tu min vejîne,
Ezê li gor şîreta devê te bikim.

(LAMET) 

89
Peyva te, ya Xudan,
Her û her dimîne li ezman.

90
Dilsoziya te ji hemû nifşan re dimîne,
Te erd ava kir, ew didomîne.

91
Li gor biryara te, îro her tişt li ser lingan dimîne,
Çimkî hemû tişt ji bo xizmeta te ne.

92
Eger şerîeta te ne zewqa min bûya,
Ezê bi êşên xwe biqediyam.

93
Ez tucar jibîr nakim şertên te,
Çimkî te bi wan jiyan da min.

94
Ez yê te me, min azad ke,
Ez li şertên te digerim.

95
Yên xerab, ji bo ku min tune bikin sekinîn,
Belê ez gohdariya şîretên te dikim.

96
Min sînorê her tekûziyê dît,
Belê emrên te bêsînor in.

(MEM) 

97
Ez çiqas hez dikim ji şerîeta te!
Tevahiya rojê li ser wê difikirim.

98
Emrên te, min ji dijminên min şehrezatir kirin,
Çimkî ew hergav bi min re ne.

99
Ez ji hemû mamosteyên xwe bêtir şehreza me,
Çimkî şîretên te di fikra min de ne.

100
Ez ji pîran bêtir şehreza me,
Çimkî li ser şertên te me.

101
Min lingên xwe ji her riya xerab dûr kiriye,
Da ku ez peyva te bigirim.

102
Ez venegerîm ji dadbariyên te,
Çimkî te hînî min kirin.

103
Çiqas bi min şîrîn in peyvên te,
Ji devê min re ji hingiv şîrîntir in gotinên te!

104
Ez bi şertên te şehreza dibim,
Loma ji her riya derew nefret dikim.

(NUN) 

105
Peyva te ji bo gavên min çira ye,
Ronahî ye ji bo riya min.

106
Min sond xwar ku ezê dadbariyên te yên rast, bigirim,
Ezê sonda xwe bigirim.

107
Min gellek kişand, ya Xudan;
Tu min vejîne li gor sozê xwe.

108
Pesnên ji dil ên ku ji devê min dertên,
Tu qebûl ke, ya Xudan,
Tu hînî min bike dadbariyên xwe.

109
Canê min hergav di kefa destê min de ye,
Dîsa jî ez jibîr nakim şerîeta te.

110
Xeraban li pêş min kozik danîn,
Dîsa jî ez nezivirîm ji şertên te.

111
Şîretên te her û her ji bo min mîras in,
Ew şahiya dilê min in.

112
Dilê min, her û her heta dawiyê,
Ji bo pêkanîna qanûnên te meyildar e.

(SAMEK) 

113
Ez nefret dikim ji zilamê durû,
Lê ez hez dikim ji şerîeta te.

114
Tu yî star û mertalê min,
Ez hêviya xwe bi peyva te girê didim.

115
Ey xerabno, ji min dûr bin,
Da ku ez emrên Xwedayê xwe bînim cih.

116
Li gor sozê xwe tu ji min re bibe destek, da ku ez bijîm;
Tu nehêle ku ez di hêviya xwe de şermî bibim!

117
Bi min bigire, min rake, da ku ez rizgar bibim,
Da ku ez hergav bala xwe bidim qanûnên te.

118
Te hemûyên ku ji qanûnên te averêbûn nehesiband,
Çimkî hîla wan vala ye.

119
Tu hemû xerabên dinê wek çanç davêjî,
Loma ez hez dikim ji şîretên te.

120
Bedena min dilerize ji tirsa te,
Ez ditirsim ji dadbariyên te.

(AYÎN) 

121
Min ya rast û dadperwer kir,
Tu min bi destê xedaran ve bernede!

122
Ji bo qenciyê tu ji evdê xwe re bibe kefîl,
Da ku min nepelçiqînin yên qure.

123
Çavê min li riya rizgarkirina te,
Û li benda bicihanîna sozê te yê rastdar qetiya,

124
Li gor hezkirina xwe nêzikahî li min de,
Û qanûna xwe hînî min bike.

125
Ez evdê te me, tu şehrezayî bide min,
Da ku ez şîretên te fêm bikim.

126
Dem dema tevgerê ye, ya Xudan,
Çimkî wan şerîeta te şikand.

127
Loma ez ji emrên te,
Ji zêr, ji zêrê xas bêtir hez dikim;

128
Loma ez di her tiştî de, hemû şertên te rast dibînim,
Ji her riya derew nefret dikim.

(PE) 

129
Şîretên te şehane ne,
Loma canê min wan digire.

130
Ronahî dide, vekirina peyva te,
Şehrezayî dide zilamên sexik.

131
Min devê xwe vekir û axîn kişand,
Çimkî ez bêriya emrên te dikim.

132
Çawa ku ji hezkirên navê te re dadperweriya te heye,
Li min bizivire û ji min re dilovan be.

133
Bi peyva xwe tu gavên min bişidîne,
Da ku serweriya tu sûcî li ser min nemîne.

134
Tu min xelas ke ji tehdayiya mirov,
Da ku ez şertên te bigirim.

135
Bila rûyê te ji evdê te re bibiriqe,
Tu qanûnên xwe hînî min bike.

136
Bi şirrik hêsir ji çavê min dibarin,
Çimkî ew şerîeta te nagirin.

(SADE) 

137
Tu dadperwer î, ya Xudan,
Û dadbariyên te rast in.

138
Te şîretên xwe bi dadperwerî,
Û bi dilsozî emir kirin.

139
Xîretkêşiya min, ez qedandim,
Çimkî dijminên min, peyva te jibîr kirin.

140
Sozê te gellek xas e,
Evdê te jê hez dike.

141
Ez nizim û bêrûmet im,
Belê şertên te jibîr nakim.

142
Rastdariya te, rastdariya her û her e,
Û şerîeta te rastî ye.

143
Ez ketim nav êş û tengahiyan,
Belê emrên te zewqa min in.

144
Şîretên te her û her rast in;
Tu şehrezayî bide, da ku ez bijîm.

(KOF) 

145
Ez bi hemû dilê xwe diqîrim,
Tu min bibersivîne, ya Xudan!
Ezê qanûnên te bigirim.

146
Ez bangî te dikim,
Min rizgar ke,
Da ez şîretên te bigirim.

147
Ez beriya hilatina rojê radibim û dikim hawar,
Min hêviya xwe bi peyva te ve girê da.

148
Bi şevan xew nakeve çavê min,
Da ku ez li ser sozê te bifikirim.

149
Li gor hezkirina xwe dengê min bibihîze, ya Xudan,
Li gor dadbariya xwe tu min vejîne!

150
Yên ku min bi niyeta xerab dêşînin, nêzik bûn,
Ew ji şerîeta te dûr in.

151
Belê tu nêzik î, ya Xudan,
Û hemû emrên te rast in.

152
Min zû ve ji şîretên te fêm kir,
Ku te ew, ji bo her û her ava kir.

(REŞ) 

153
Li tengahiya min binêre, min rizgar ke,
Çimkî ez jibîr nakim şerîeta te.

154
Doza min bibîne, min azad ke,
Li gor sozê xwe min vejîne.

155
Ji xeraban dûr e rizgarî,
Çimkî ew li qanûnên te negerîn.

156
Dilovaniya te gellek e, ya Xudan,
Li gor dadbariya xwe bide min jiyan.

157
Yên ku li min zilmê dikin û dijminên min zêde ne,
Dîsa jî ez ji şîretên te venegeriyam.

158
Çaxê min xayin dîtin, dilê min qeliqî,
Çimkî ew peyva te nagirin.

159
Binêre, ez çiqas hez dikim ji şertên te,
Ya Xudan, li gor kerema xwe tu bide min jiyan.

160
Bingeha peyvên te rastî ne,
Her dadbariya te ya dadperwer, dimîne her û her.

(SÎN û ŞÎN) 

161
Serok, bêsedem li min zilmê dikin,
Belê dilê min tenê ji peyva te ditirse.

162
Wek zilamê ku xenîmet dîtî,
Ez bi peyva te şa dibim.

163
Ez ji derewan nefret dikim, dilê min li hev dikeve,
Belê ez ji şerîeta te hez dikim.

164
Ji bo dadbariyên te yên dadperwer,
Rojê heft caran pesnê te didim.

165
Yên ku ji şerîeta te hez dikin, aştiyeke mezin dibînin,
Tu tişt wan naterpilîne.

166
Ya Xudan, min hêviya xwe bi rizgarkirina te ve girê daye,
Û min emrên te anîne cih.

167
Canê min şîretên te girt,
Ez gellek ji wan hez dikim.

168
Ez şîret û şertên te digirim,
Çimkî hemû riyên min li ber te ne.

(TAV) 

169
Ya Xudan, bila bigihîje te feryada min,
Li gor peyva xwe, tu bide min têgihîştin!

170
Bila lavakirina min bigihîje ber te;
Li gor sozê xwe tu min azad ke!

171
Bila ji lêvên min spasî bibarin,
Çimkî te qanûnên xwe hînî min kirin.

172
Bila zimanê min ji peyva te re lavijan bêje,
Çimkî hemû emrên te rast in.

173
Bila destê te, amade be ji bo alîkariya min,
Çimkî min şertên te hilbijartin.

174
Min bêriya rizgariya te kir, ya Xudan,
Û şerîeta te ye, dilşahiya min.

175
Bihêle ez bijîm, da ku ez pesnê te bidim,
Bila dadbariyên te alîkariya min bikin.

176
Wek miya hundabûyî ez ji rê derketim;
Tu li evdê xwe bigere,
Çimkî min emrên te jibîr nekirin.