Zebûr Beşa 129

Kitêba Pîroz » Peymana Kevin » Zebûr 129

Lavija Hecê. 

1
Niha bila Îsraêl bêje:
“Ji xortaniya min vir ve, gellek tengahî dan min.

2
Ji xortaniya min vir ve, gellek tengahî dan min,
Belê wan ez têk nebirim.

3
Cotkaran li ser pişta min çot ajotin,
Şopên xwe dirêj kirin.”

4
Belê Xudan rastdar e,
Wî ez azad kirim.

5
Hemû yên ku ji Sîyonê nefret dikin,
Bila şerm bikin û bi şûn ve vegerin.

6
Bila wek giyayê li ser ban,
Beriya ku bigihîjin, ziwa bibin.

7
Pale, bi wê destê xwe,
Melûvan, bi wê himêza xwe tije nake.

8
Yên ku di rê de derbas dibin, bila nebêjin,
“Bereketa Xudan li ser we be,
Em bi navê Xudan we pîroz dikin.”