Zebûr Beşa 132
- 1
- Ya Xudan, tu Dawid,
Û tengahiya ku kişand bibîr bîne,
- 2
- Bibîr bîne, ka çawa ji te re sond xwar,
Û ji Hêzdarê Aqûb re soz da:
- 3
- “Ezê neçim mala xwe,
Nekevim nav nivînên xwe,
- 4
- Wê xew nekeve çavê min,
Neyên girtin qelpaxên çavê min,
- 5
- Heta ku ez ji Xudan re warekî,
Ji Hêzdarê Aqûb re malekê nebînim.”
- 6
- Me bihîst ku Sindoqa Peymanê li Efratayê ye,
Me ew li zeviya Yaerê dît.
- 7
- Em herin mala Xudan,
Li ber pêpelûka lingê wî biperizin.
- 8
- Ya Xudan, hilkişe ciyê xwe yê rihetiyê,
Tu û sindoqa te ya hêzdariyê.
- 9
- Bila kahînên te, rastdariyê wergirin,
Evdên te yên dilsoz, qîrînên şahiyê bavêjin.
- 10
- Ji bo xatirê evdê xwe Dawid,
Ruyê xwe li yê ku te mesh* kiriye nezivirîne.
- 11
- Xudan bi piştrastî ji Dawid re sond xwar,
Ew ji wê venagere:
“Ezê yekî ji nîjada te, li textê te bidim rûniştin.
- 12
- Eger zarokên te peymana min,
Û şîretên ku ez li wan dikim bigirin,
Wê zarokên wan jî her û her,
Li ser textê te rûnên.”
- 13
- Çimkî Xudan Sîyonê bijart,
Wê derê, wek war ji bo xwe xwest,
- 14
- Û got, “Ciyê min ê bîhnvedanê her û her ev der e,
Ezê li vir rûnêm, çimkî min ev xwest.
- 15
- Ezê zadê wê pirr bi bereket bikim,
Hejarên wê bi nan têr bikim.
- 16
- Ezê rizgariyê li kahînên wê bikim;
Ewê gelê wê yê dilsoz, bi kêf û şahî bistirin.
- 17
- Ezê li wir ji Dawid re qiloçekî derînim,
Min ji yê xwe yê meshkirî* re, çirayek amade kir.
- 18
- Ezê dijminên wî bi şermiyê binixêmim,
Belê wê taca serê wî, bibiriqe.”