Zebûr Beşa 135
- 1
- Pesnê Xudan bidin!
Pesnê navê Xudan bidin,
Ey evdên Xudan, pesnê Xudan bidin.
- 2
- Ey hûn yên li mala Xudan,
Li hewşa mala Xwedê xizmet dikin,
Pesin bidin!
- 3
- Pesnê Xudan bidin,
Çimkî Xudan qenc e.
Ji navê wî re bistirin,
Çimkî şîrîn e.
- 4
- Xudan ji bo xwe Aqûb bijart,
Îsraêlê jî wek milkê xwe.
- 5
- Ez dizanim, Xudan mezin e,
Rebê me di ser hemû îlahan de ye.
- 6
- Li erdê û li ezman,
Li derya û hemû kûrahiyan,
Xudan her daxwaza xwe bi cih tîne.
- 7
- Ew ji çaraliyên erdê ewran bilind dike,
Ji bo baranê birûskan çêdike,
Ji embarên xwe bayê radike.
- 8
- Wî ji mirov heta heywanan,
Hemû nuxwiriyên Misirê kuştin.
- 9
- Li nav te, ey Misir!
Wî ji Fîrewn û hemû wezîfedarên wî re,
Nîşan û karên nedîtî şand.
- 10
- Wî li gellek miletan xist,
Padîşahên hêzdar kuştin.
- 11
- Wî padîşahê Amoriyan Sîhon,
Padîşahê Başanê Og,
Û hemû padîşahiyên Kenanê kuşt.
- 12
- Wî ciyê wan wek mîras,
Bi mîrasî da gelê xwe Îsraêl.
- 13
- Ya Xudan, navê te her û her dimîne,
Ya Xudan, bîranîna te, her û her didomîne.
- 14
- Wê Xudan gelê xwe biparêze,
Û dilovaniyê li evdên xwe bike.
- 15
- Pûtên miletan ji zîv û zêr in,
Karên destê mirov in.
- 16
- Devê wan heye, napeyivin,
Çavên wan hene, nabînin,
- 17
- Gohên wan hene, nabihîzin,
Di devê wan de, hilm nîne.
- 18
- Yên ku wan çêdikin û yên ku xwe dispêrin wan,
Ew jî wê bibin mîna wan!
- 19
- Ey mala Îsraêl, pesnê Xudan bidin!
Ey mala Harûn, pesnê Xudan bidin!
- 20
- Ey mala Levî, pesnê Xudan bidin!
Ey yên ku ji Xudan ditirsin, pesnê Xudan bidin.
- 21
- Xudanê ku li Orşelîmê rûdinê,
Bila ji Sîyonê bê pesindan!
Pesnê Xudan bidin!