Zebûr Beşa 137

Kitêba Pîroz » Peymana Kevin » Zebûr 137

Zebûr 137 

1
Em li keviyên çemên Babîlê rûniştin,
Me Sîyon bibîr anî û em giriyan.

2
Me çengên xwe,
Bi biyên hawirdorê ve daleqand.

3
Çimkî li wir, yên ku em dîl girtibûn, ji me stran xwestin,
Yên ku li me zilim dikirin, ji me şahî dixwestin,
Ji me re digotin, “Straneke Sîyonê ji bo me bêjin!”

4
Ma li warê xerîbiyê,
Em çawa dikarin strana Xudan bêjin?

5
Ey Orşelîm, eger ez te jibîr bikim,
Bila destê min ê rastê, hişk bibe.

6
Eger ez te bibîr neynim,
Orşelîmê, di ser şahiya xwe ya herî mezin de negirim,
Bila zimanê min, bi ezmanê devê min ve bizeliqe!

7
Ya Xudan, li hember kurên Edom,
Tu roja Orşelîmê bibîr bîne, ku digotin,
“Hilweşînin, wê derê heta bingeha wê hilweşînin!”

8
Ey tu, mîrata keça Babîlê,
Xwezî bi wî,
Ku ewê, heyfa ya ku te bi me kir ji te hilîne!

9
Xwezî bi wî ku ewê bi zarokên te bigire,
Û wan li zinaran bixe!