Zebûr Beşa 140
- 1
- Ya Xudan, tu min xelas ke ji zilamê xerab,
Min biparêze ji zilamê zordar.
- 2
- Ew ku, hergav di dilê xwe de xerabiyê difikirin,
Her roj, ji bo şer dişêwirin,
- 3
- Ew wek mar zimanê xwe tûj dikin,
Jehra koremar di bin lêvên wan de ye.
- 4
- Ya Xudan, tu min ji destê yê xerab biparêze,
Min biparêze ji zilamê zordar;
Ew ku, dixwazin min averê bikin.
- 5
- Yên qure ji bo min dafik danîn,
Li qeraxê rê ben tikandin;
Ji bo min kemîn danîn.
- 6
- Min ji Xudan re got: “Xwedayê min tu yî.”
Goh bide qêrîna min, ya Xudan.
- 7
- Ey hêza rizgariya min, ey Xudanê serwer,
Di roja şer de, te serê min parast.
- 8
- Daxwaza xeraban neyne cih, ya Xudan,
Niyeta wan a xerab pêşve nebe!
Da ku qure nebin.
- 9
- Bila serê yên ku dor li min pêça ne,
Xerabiya ku ji devê wan dertê binixême.
- 10
- Bila sotikên agir bi ser wan de bibarin!
Bila bên avêtin nav agir û avên kûr,
Û cardin ranebin.
- 11
- Bila yên buxtankar li welat bi ser nekevin,
Bila xerabî, zûka, nêçîr bike li zordar.
- 12
- Ez dizanim, Xudan doza bindestan dajo,
Ji bo hejaran dibe daddar.
- 13
- Bêguman yên rastdar, spas dikin ji navê te re,
Wê yên rast derkevin pêşberî te.