Zebûr Beşa 141

Kitêba Pîroz » Peymana Kevin » Zebûr 141

Zebûra Dawid. 

1
Ya Xudan, min bangî te kir, zû bigihîje min!
Gava min li te kir hawar, tu goh bide dengê min!

2
Bila dua min li pêş te wek bixûrê,
Destvekirina min wek goriya êvarê be!

3
Ya Xudan, tu nobedarekî deyne ber devê min,
Deriyên lêvên min biparêze!

4
Bila dilê min meyla ya xerab neke,
Ez têkilî karên xerab ên zilamê xerab nebim;
Û beşdarî ziyafetên wan nebim.

5
Bila yê rast li min xe, ji bo min qencî ye,
Li min hilatina wî, wek wî rûnî ye ku li serî tê xistin.
Serê min wî red nake,
Belê dua min li hemberî xerabiya xeraban e.

6
Gava ku serokên wan ji zinar ve bên avêtin,
Hingê ewê gohdariya peyvên min ên şîrîn bikin.

7
Wek erdê ku bi gîsin hatiye kolan û şeqkirin,
Hestiyên me li ber derê diyarê miriyan belav bûne.

8
Çimkî çavê min li te ye, ey Xudan, Rebê min,
Ez xwe dispêrim te, min bênefes nehêle!

9
Tu min, ji dahfika ku li pêş min danîne,
Ji kemînên xerabkaran biparêze.

10
Gava ku ez têm û derbas dibim,
Bila xerab bikevin dafikên xwe.