Zebûr Beşa 144

Kitêba Pîroz » Peymana Kevin » Zebûr 144

Zebûra Dawid. 

1
Bila zinarê min, Xudan pîroz be,
Yê ku destên min ji bo şer,
Tiliyên min ji bo cengê hîn kir!

2
Ew e keremdar û keleha min,
Ew e birc û rizgarkarê min,
Ew e mertal û stargeha min,
Wî kir ku gel, serî deynin li ber min!

3
Ya Xudan, ma mirov çi ye ku tu wî bihesibînî,
Kurê mirov çi ye ku tu wî bibîr bînî?

4
Mirov wek hilmekê ye,
Rojên wî, wek wê siyê ne ku diçin.

5
Ya Xudan, ezmanan biqelêşe û dakeve,
Xwe bi çiyayan bike, da ku pêkevin.

6
Birûskê lêxe, dijmin belav ke,
Tîrên xwe bişîne, wan ji ser hev xera ke.

7
Ji jor ve destê xwe dirêj ke, min rizgar ke;
Min ji avên kûr derîne,
Ji destê kurên xelkê azad ke.

8
Devê wan derewan dibêje,
Destê wan ê rastê hîlekar e.

9
Ey Xwedê, ez ji te re lavijeke nû bistrînim,
Ez bi çenga dehtêl pesnê te bidim.

10
Tu yî, yê ku serketinê dide padîşahan,
Te evdê xwe Dawid, ji şûrê xerabiyê rizgar kir.

11
Min rizgar ke,
Ji destê kurên xelqê azad ke.
Devê wan derewan dibêje,
Destê wan ê rastê hîlekar e.

12
Hingê wê kurên me di xortaniya xwe de,
Wek şaxên gihîştî bin,
Wê keçên me, wek stûnên qesrê yên neqişandî bin.

13
Wê embarên me, bi her cûre erzaqê tije bin;
Miyên me, wê li nav zeviyên me,
Bi hezar û deh hezaran berx bidin.

14
Wê dewarên me xurt bin;
Wê di sûrên me de qul neyên vekirin,
Li kuçeyên me tunebe qêrîn.

15
Xwezî bi wî gelî ku di vê rewşê de ye!
Xwezî bi wî gelî ku Xudan Xwedayê wan e.