Zebûr Beşa 147

Kitêba Pîroz » Peymana Kevin » Zebûr 147

Zebûr 147 

1
Pesnê Xudan bidin!
Çiqas qenc û xweş e ku em bi lavijan pesnê Xwedayê xwe bidin!
Pezindan bi wî dikeve.

2
Yê ku Orşelîmê ava dike Xudan e,
Ew, surgûnên Îsraêlê dide hev.

3
Ew dilşikestiyan baş dike,
Û birînên wan dipêçe.

4
Ew hejmara stêran kifş dike,
Bi navê her yekê ji wan, bang lê dike.

5
Rebê me mezin û gellek hêzdar e,
Sînor ji têgihîştina wî re nîne.

6
Xudan bindestan radike,
Xiraban li bin gohê erdê dixe.

7
Bi spasî ji Xudan re lavijan bistrînin,
Bi çengê, bi lavijan pesnê Xwedayê me bidin.

8
Ew, bi ewran ezmanan dinixême
Ew amade dike baranê, ji bo rûyê erdê,
Ew li çiyayan giya dertîne.

9
Ew qûtê heywanan dide wan,
Têjika qirê ya ku diqîre têr dike.

10
Ew ji hêzdariya hespê kêf nastîne,
Ji lingên mirov razî nîne.

11
Xudan, ji yên ku ji wî ditirsin,
Ji yên ku hêviya xwe bi kerema wî ve girê didin, razî ye.

12
Ey Orşelîm, Xudan berz bike!
Ey Sîyon, pesnê Xwedayê xwe bide!

13
Çimkî wî, hesinên deriyên te zexim kir,
Zarokên nav te pîroz kir.

14
Ew aştiyê dide sînorên te,
Bi genimê herî baş, têr dike te.

15
Ew fermana xwe dişîne dinê,
Peyva wî zû belav dibe.

16
Ew, wek livvayê berfê dibarîne,
Wek xweliyê cemedê direşîne.

17
Ew zîpika gir ji jor ve dibarîne,
Kî dikare li ber serma wî bisekine?

18
Ew peyva xwe dişîne, wan dihelîne,
Bayê radike, avan diherikîne.

19
Ew peyva xwe digihîne Aqûb,
Qanûn û rêznameyên xwe radigihîne Îsraêlê.

20
Wî ji bo tu miletî weha nekir,
Ew dadbariyên wî nizanin.
Pesnê Xudan bidin!