Zebûr Beşa 149
- 1
- Pesnê Xudan bidin!
Lavijeke nû ji Xudan re bêjin,
Di civata dilsozên wî de,
Bi lavijan pesnê wî bidin!
- 2
- Bila Îsraêl bi afirandarê xwe şa be,
Bila gelê Sîyonê bi padîşahê xwe dilgeş be!
- 3
- Bila bi reqisînê pesnê navê wî bidin,
Bila bi tef û bi çengê jê re bistirin!
- 4
- Çimkî Xudan ji gelê xwe razî ye,
Ew nefsbiçûkan bi taca serketinê dixemlîne.
- 5
- Bila dilsozên wî bi berzî û bi şahî kêf bikin,
Bila li ser nivînên xwe bi şahî bistirin!
- 6
- Pezindana Xwedê di devê wan de,
Şûrê du devî di destê wan de,
- 7
- Da ku ji miletan heyfê bistînin,
Û gelan ceza bikin,
- 8
- Padîşahên wan bi zincîran,
Pêşewayên wan bi lelên hesin girê din!
- 9
- Da ku, biryara nivîsandî di nav wan de rêve bibin!
Ev, şerefa hemû dilsozên wî ye.
Pesnê Xudan bidin!