Zebûr Beşa 2

Zebûr 2 

1
Çi ye ev kelîna gelan,
Vala fikirîna miletan?

2
Padîşahên dinê radibin ser lingan,
Desthilatdar, li hember Xudan û meshkiriyê* wî,
Ava dikin yekîtiyan û dibêjin:

3
“Em biqetînin girêdanên wan
Ji ser xwe bavêjin benê wan.”

4
Ji textê ezmanan dikene bi wan,
Şa dibe Xudan bi kirina wan.

5
Hingê wê bi hêrs ji wan re bêje,
Bi xezeba xwe wan têxe dehşetê:

6
“Ez im, yê ku padîşahê xwe,
Li ser çiyayê pîroz, Siyonê da rûniştin.”

7
Ezê qanûna Xudan bidim belavkirin,
Wî ji min re got, “Tu yî kurê min.
Îro ez ji te re bûm bav.”

8
Ji min bixwaze, ezê wek mîras miletan,
Bi milkî çar kujên dinê bidim te.

9
Tê bi darê hesin wan bişikînî,
Wek derdanek kûzçêker, ji hev biqetînî.

10
Ey padîşahno, êdî bi aqil bin!
Ey serokên dinê, dersê hilînin!

11
Bi tirs ji Xudan re bibin xizmetkar,
Bilerizîn, bibin bextiyar.

12
Kur maç bikin, da ku hêrs nebe,
Kes ji we, li ser rê tune nebe.
Çimkî bi derbekê radibe hêrsa wî,
Xwezî bi wan, ku xwe avêtine wî.