Zebûr Beşa 22

Kitêba Pîroz » Peymana Kevin » Zebûr 22

Ji bo şefê muzîkê, Zebûra Dawid. 

1
Xwedayê min, Xwedayê min, te çima ez berdam?
Çima tu dûr î,
Ji rizgarkirina min, ji nalînên gotina min?

2
Ey Xwedayê min, ez bi roj gazî te dikim, tu nadî bersîva min,
Û bi şevan, nîne tu rihetiya min.

3
Herçî tu yî, tu pîroz î.
Li ser textê pesindana Îsraêl î.

4
Bi te ewle bûn bav û kalên me.
Xwe spartin te, te ew azad kirin.

5
Bi lavakirina te rizgar bûn,
Bi te ewle bûn, şermî nebûn.

6
Ez ne mirov im, kurmê axê me.
Milet min biçûk dibîne, rûreşê xelqê me.

7
Tinazan bi min dike kesê ku min dibîne,
Dibişire, serê xwe dihejîne û dibêje:

8
“Xwe spartiye Xudan, ka bila wî azad ke,
Madem Xudan jê hez dike, bila wî xelas ke!”

9
Tu yî, yê ku ez deranîm ji malzaroka dê,
Te ez parastim li ber pêsîra dê.

10
Ji bûyinê ve ez hatime spartin li te,
Hê ji malzarokê ve, Xwedayê min tu yî.

11
Ji min dûr nekeve, çimkî nêzik e tengahî
Nîne kesê ku bike alîkarî.

12
Boxeyan dor pêçane li min,
Boxeyên Başan ên hêç, dor girtine li min.

13
Wek şêrê ku bi humîn perçe dike nêçîra xwe,
Vekirine li min devê xwe.

14
Ez hatim rêtin wek avê,
Hemû hestiyên min derketin ji movikan,
Dilê min wek şimayê, dihele di hundirê min de.

15
Wek perçê qafikê, ziwa bû hêza min,
Zeliqî ziman, bi ezmanê devê min;
Te ez danîm ser axa mirinê.

16
Dora min pêça kuçikan,
Hawirdor girtin xeraban,
Dest û lingên min qul kirin.

17
Dikarim bijmêrim hemû hestiyên xwe,
Çavê xwe zoq kirine, li min dinêrin.

18
Li hev par dikin kincên min,
Pişk davêjin li ser lîbasê min.

19
Belê tu ya Xudan, dûr nemîne;
Ey hêza min, zû alîkariyê bi min bigîhîne!

20
Tu canê min ji şûr,
Canê min ji pença kuçikê azad ke!

21
Tu min ji devê şêr xelas ke,
Erê, te ji qiloçên boxê kûvî,
Bersîva min da!

22
Ezê navê te ji birayên xwe re bêjim,
Li nav civatê pesnê te bêjim.

23
Ey hûn, yên ji Xudan ditirsin, jê re şûkûr bikin!
Ey hûn, hemû nîjada Aqûb, wî berz bikin!
Ey hûn, hemû nîjada Îsraêl, jê bitirsin!

24
Çimkî wî, derdê yê ketî kêm nedît û dil jê neqeliqî,
Berê xwe lê nezivart;
Gava ku lê kir hawar, ew bihîst.

25
Di civata mezin de şikirkirina min ji te re ye,
Li pêş yên ku ji te ditirsin, ezê sozên xwe bînim cih.

26
Wê yên feqîr bixwin û têr bibin,
Yên li Xudan digerin wê pesnê wî bidin.
Bila dilê me her û her bijî!

27
Wê çar aliyên dinê bibîr bîne û vegere Xudan,
Û hemû milet wê li pêş te herin ser çokan.

28
Çimkî padîşahî ya Xudan e,
Karê wî serweriya hemû miletan e.

29
Wê hemû dewlemendên dinê têr bibin,
Û li ber wî herin ser çokan.
Hemû yên ku diçin axê,
Û yên ku nikarin ji mirina xwe re bibin asteng,
Wê li pêş wî herin ser çokan.

30
Nifşên bê, wê ji wî re bikin evdî,
Wê Xudan, ji nifşên pêş re bê gotin.

31
Ewê bên,
Kirin û edaleta wî,
Ji gelê ku hê çênebûye re bêjin.