Zebûr Beşa 24
- 1
- Dinya û hemû kesên ku tê de ne,
Ruyê erdê û tijebûna wê, ya Xudan e.
- 2
- Çimkî wî ava kir ew li ser deryayan,
Da sekinandin li ser çeman.
- 3
- Kî dikare derkeve çiyayê Xudan,
Û raweste li cihê wî yê pîroz?
- 4
- Ew zilamê ku destê wî paqij û dilê wî pak e,
Dilê wî neketiye pey derewkarî,
Û ne jî sond xwarî bi hîlekarî.
- 5
- Ew ji Xudan pîroziyê,
Ji Xwedayê rizgarkirina xwe mafdariyê distîne.
- 6
- Yên weha ji wî nifşî ne ku li wî digerin,
Ew gelê Aqûb in ku li riya Xudan digerin.
- 7
- Ey derîno, serê xwe bilind kin!
Vebin, ey deriyên kevin!
Da ku Padîşahê berz têkeve hundir!
- 8
- Ma kî ye ev Padîşahê berz?
Ew Xudan e, hêzdar û pêkar
Ew Xudan e, di şer de mêrxas.
- 9
- Ey derîno, serê xwe rakin!
Vebin ey deriyên kevin!
Da ku padîşahê berz têkeve hundir!
- 10
- Ma kî ye ev Padîşahê berz?
Ew e Xudanê artêşên ezman,
Ew e Padîşahê berziyê.