Zebûr Beşa 3
- 1
- Ya Xudan, çiqas zêde bûn dijminên min,
Gelekan serî rakir li ber min.
- 2
- Gelek kes li ser min dibêjin:
“Li ba Xwedê ji bo wî xelasî nîne.”
- 3
- Belê tu ya Xudan, tu mertal î li hawirdora min,
Tu yî, berzî û serbilindiya min.
- 4
- Bi dengê xwe ez bang dikim Xudan,
Ji çiyayê xwe yê pîroz dide bersîvan.
- 5
- Ez razam di xew re çûm,
Ez cardin hişyar bûm, çimkî Xudan ji min re bû destek.
- 6
- Tirsa min,
Ji peraniya ku çaralî dor li min pêçaye tune.
- 7
- Ya Xudan rabe, ey Xwedê min xelas ke,
Li çena hemû dijminên min xe,
Diranê xeraban bişikîne.
- 8
- Xelasî bi Xudan e,
Bila bereketa te li ser gelê te be.