Zebûr Beşa 30
- 1
- Ez te bilind dikim ya Xudan,
Çimkî te ez xelas kirim,
Te dijminên min bi min neda şakirin.
- 2
- Ya Xudan Xwedayê min,
Min li te kir hawar, te şîfa da min.
- 3
- Ya Xudan, te canê min derxist ji diyarê miriyan,
Da ku ez nekevim gorê te da min jiyan.
- 4
- Ey hûn dilsozên Xudan, pesnê wî bidin bi îlahiyan,
Ji bîranîna navê wî yê pîroz re şikir bikin.
- 5
- Çimkî ji bo gavakê ye hêrsa wî,
Her û her e kerema wî;
Belkî bi şev girîn e,
Belê serê sibê şên û şahî ne.
- 6
- Min di firehiyê de got,
“Ezê tu caran nehejim!”
- 7
- Bi kerema xwe ya Xudan,
Te ez bêleq kirim wek çiyan;
Gava te rûyê xwe nixamt,
Ez ketim tirs û sawan.
- 8
- Ya Xudan ez gazî te dikim,
Ji te dikim lava:
- 9
- “Eger dakevim gorê,
Bi kêrî çi tê xwîna min?
Ma ax ji bo te dibe spasdar,
Ji bo dilisoziya te dibe agahkar?
- 10
- Bibihîze ya Xudan, li min were rehmê;
Ya Xudan ji min re bibe alîkar!”
- 11
- Te şîna min ji bo min kir dîlan,
Şêla min deranî, ez bi şahî rapêçam.
- 12
- Da ku, dilê min bi îlahiyan pesnê te bide, nesekine!
Ya Xudan Xwedayê min, ezê her û her ji te re bibim spasdar.