Zebûr Beşa 31

Kitêba Pîroz » Peymana Kevin » Zebûr 31

Ji bo şefê muzîkê, Zebûra Dawid. 

1
Ya Xudan, ez xwe disipêrim te.
Tu min nede şermê tu caran!
Bi dadperiya xwe azad ke min!

2
Goh bide min,
Zû bigihîje, xelas ke min;
Ji bo min bibe birceke hêzdar,
Ji bo xelaskirina min bibe mal û star!

3
Çimkî tu yî zinar û keleha min,
Ji bo xatirê navê xwe,
Pêşengiyê bike, bibe rêber ji bo min.

4
Ji dahfika ku ji bo min kolane, min dûr bigire,
Çimkî tu yî keleha min.

5
Ez ruhê xwe bi destê te ve berdidim,
Ya Xudan, Xwedayê rastiyê, te ez rizgar kirim.

6
Ez ji yên ku xwe dispêrin pûtên derewîn nefret dikim,
Belê xwe dispêrim Xudan.

7
Bi kerema te ezê şa û dilgeş bim,
Çimkî tu halê min ê ketî dibînî,
Bi tengahiyên ku ez tê de me dizanî,

8
Te ez nekirim destê dijmin,
Te fireh kir ciyê lingê min.

9
Li min were rehmê ya Xudan, çimkî ez dikişînim tengahiyan,
Çavê min, canê min, dilê min hişk dibe ji kederan.

10
Jiyana min bi êşê dibore,
Bi axîn derbas dibin salên min,
Ji ber gunehan qels dibe hêza min,
Û hişk dibin hestiyên min.

11
Ji ber dijminên xwe,
Ez rûreş bûm li pêş cîranên xwe.
Li ber nasên xwe ez bûm tirsdar;
Yên ez li derve dîtim ji ber min kirin firar.

12
Wek miriyekî ji dil dûr, hatim jibîrkirin,
Û bûm mîna derdaneke şikestî.

13
Min pistepista gellekan bihîst,
Ji her alî ve tirs,
Li hember min bûn yek,
Ji bo sitandina canê min çêkirin dolap û dek.

14
Belê ez bi te ewledar bûm ya Xudan,
Ez dibêjim,”Xwedayê min tu yî.”

15
Jiyana min bi te ye,
Xelas ke min ji destê dijminan,
Û yên ku bi pey min ketine.

16
Bila rûyê te ronahî bide evdê te,
Bi kerema xwe min azad ke!

17
Min nede şermê ya Xudan, çimkî banga min li te ye;
Bila xerab şerm bikin, li diyarê miriyan dengê wan bê birrîn.

18
Ew lêvên derewîn bila bên girtin;
Ew ku, bi quretî û bi neheqî
Li hember yê rast,
Bi bêarî dipeyivin.

19
Çi mezin e qenciya te ya Xudan,
Tu wê vedişêrî ji bo yên ku ji te ditirsin,
Li pêş çavê her kesî,
Li yên ku xwe dispêrin te, tu dikî qenciyan.

20
Li hember fenên mirovan,
Bi aştiya xwe ya parastinê, tu wan dinixêmî;
Li hember zimandirêjiyan,
Tu wan vedişêrî li holikê.

21
Pesin ji Xudan re,
Çimkî li bajarê dor lê pêçayî,
Kerema xwe ya rewnaq nîşanî min da.

22
Min di nav lezûbeza xwe de gotibû,
“Ez ji dîwana te hatim avêtin!”
Belê bi gazîkirina te ya alîkariyê,
Te hawara min bihîst.

23
Ji Xudan hez bikin, ey hûn evdên wî yên dilsoz!
Xudan yên dilsoz diparêze,
Bi zêdebarî ji heqê pozbilindan tê der.

24
Ey hûn yên ku hêviya xwe girêdane bi Xudan,
Hêzdar û bizirav bin!