Zebûr Beşa 34

Kitêba Pîroz » Peymana Kevin » Zebûr 34

hat qewirandin û çû. 

1
Ezê hergav, şikir bikim ji bo Xudan,
Pesnê wî ji devê xwe dernexim tu caran.

2
Ez bi Xudan didim pesnê xwe,
Bindest dibihîzin, distînin şahiya xwe!

3
Bi min re mezinahiya Xudan bidin bihîstin,
Em bi hev re navê wî bilind kin.

4
Ez li Xudan geriyam wî bersîv da min,
Wî ez azad kirim, ji hemû tirsên min.

5
Yên ku li wî dinêrin, dibiriqe ser çavê wan,
Ji şerman sor nabe rûyê wan.

6
Vî bindestî kir hawar, bihîst wî Xudan,
Wî ew xelas kir ji hemû tengahiyan.

7
Dora yên ku jê ditirsin, dipêçe milyaketê Xudan,
Û xelas dike wan.

8
Tam bikin û bibînin, çi qenc e Xudan.
Xwezî bi wî zilamî ku xwe spartiye Xudan!

9
Ji Xudan bitirsin, ey hûn pîrozên wî,
Çimkî kêmahiya wî çênabe, yê ku ditirse ji wî.

10
Birçî û muhtac dibin, şêrên ciwan,
Belê tu qencî, ji yên ku li Xudan digerin nayê dirixan.

11
Werin ey zarokno, goh bidin min ji can,
Ezê hînî we bikim tirsa Xudan.

12
Kî dixwaze ji jînê kêf bistîne,
Rojên xweş û dirêj bibîne?

13
Zimanê xwe ji xerabiyê,
Lêva xwe bigire ji hîlekariyê.

14
Ji xerabiyê bireve, qenciyê bike,
Li aştiyê bigere, li pey wê here.

15
Çavê Xudan li ser rastan e,
Gohên wî vekirî li hawara wan e.

16
Ruyê Xwedê li hember xerabîkaran e,
Da ku navê wan ji dinê hilîne.

17
Feryada rastan, dibihîze Xudan,
Wan azad dike ji hemû tengahiyan.

18
Nêzikî dilşikestiyan e Xudan,
Ruhê wî rizgar dike bindestan.

19
Pirr gellek in derdê rastan,
Belê Xudan wan xelas dike ji hemûyan.

20
Digre ew hemû hestiyên wan,
Nahêle ku yek bişikê ji wan.

21
Xerabî, yê xerab dukuje,
Yê ku ji yê rast nefret dike, tê dadbarkirin.

22
Ji bo evdên xwe xilaskar e Xudan,
Yên ku xwe dispêrin wî, nastînin tu cezayan.