Zebûr Beşa 35

Kitêba Pîroz » Peymana Kevin » Zebûr 35

Zebûra Dawid. 

1
Ya Xudan, yên ku bela xwe di min didin tu bide bela wan.
Yên ku bi min re şer dikin tu bike şerê wan!

2
Tu hilde mertalê biçûk û mertalê mezin,
Rabe were alîkariya min!

3
Rahêje rim û misasa xwe, pêşî li yên ku dane pey min bibire,
Ji canê min re bêje,”Ezê te xelas kim!”

4
Yên ku li kuştina min digerin, bila rezîl û riswa bibin!
Yên ku li xerabiya min digerin, bila bi şermî şûn ve vegerin!

5
Bila bibin wek hurikê kayê yê li ber bayê,
Milyaketê Xudan bi pey wan bikeve!

6
Bila tarî û şematok be riya wan,
Milyaketê Xudan bide pey wan!

7
Çimkî, bêsedem wan di çalê de li pêş min dafik danî,
Bêsedem wan, ji bo canê min çalik kolan,

8
Bila bê haypêketina wan, felaket bê serê wan,
Tora ku veşartine, bibe sedemê girtina wan,
Û bîne felaketa wan.

9
Hingê ezê bi Xudan şa bim,
Bi xelaskirina wî bibînim şahî.

10
Bi hemû dilê xwe weha bêjim:
“Ma kesî wek te heye ya Xudan,
Te xelas kir bindest ji destê zordaran,
Bindest û hejar ji şêlînkaran?”

11
Şahidên derewîn radibin,
Ya ku ez nizanim ji min dipirsin.

12
Di ber qenciya min de, dikin xerabî,
Da ku canê min bêhêvî bihêlin.

13
Min ku di nexweşîna wan de şêl li xwe dikir,
Bi rojîgirtinê xwe diêşand,
Û hergav dua dikir.

14
Li hember wan ez dost bûm, min ew bira didîtin,
Wek yê ku ji bo diya xwe şînê digire,
Bi şînê ez piştxûz bûm.

15
Belê bi terpilîna min, kêfxweş bûn û li hev civiyan,
Bêyî ku ez bizanibim, yên nizim li hember min civiyan,
Bê rawest buxtanan avêtin ser min.

16
Wek qeşmerên qirêjî yên ziyafetan,
Wan diran li min qirqiçand.

17
Tê heta kîngê li vê yekê temaşe kî ya Xudan?
Xelas ke canê min ji êrîşan,
Jiyana min ji destê şêrên ciwan!

18
Di civîna mezin de ezê şikir bikim ji bo te,
Li pêş hemûyan bidim pesnê te.

19
Bila şa nebin yên ku bêsedem bûne dijminên min,
Yên ku bêsedem ji min nefret dikin,
Bila ji hev re çav nekin.

20
Çimkî ew nabêjin gotina aştiyê,
Li hember yên ku rihet sekinî ne dikin hîlebaziyê.

21
Li hember min devê xwe fireh vekirin:
“Ox! Ox!” dibêjin, “Li wî binêrin!”

22
Ya ku çêbû, te dît ya Xudan, bêdeng nemîne,
Ya Reb tu ji min dûr nemîne!

23
Ya Xwedayê min, ya Rebê min,
Dest rake, hişyar be ji bo maf û doza min!

24
Li gor edaleta xwe tu min mafdar derîne, ya Xudan Xwedayê min,
Bila kes şa nebe bi halê min!

25
Bila di dilê xwe de nebêjin:
“Ox! Ev bû daxwaza me!”
Li pey min nebêjin:
“Me serê wî xwar!”

26
Bila şerm bikin yên ku şa dibin bi rewşa min a xerab,
Ruyê wan sor bibe;
Yên ku li ber min pozbilindiyê dikin,
Rezîl û şermî bibin.

27
Yên ku diparêzin doza min a mafdar,
Bila şa bin, dilşa bin;
Û bila hergav bêjin:
“Xudanê ku ji aştiya evdê xwe xweş e, mezin e!”

28
Wê zimanê min edaleta te bêje,
Tevahiya rojê pesnê te bide.