Zebûr Beşa 37

Kitêba Pîroz » Peymana Kevin » Zebûr 37

Zebûra Dawid. 

1
Ber wan nekeve, yên ku dikin xerabî,
Ne jî biheside, yên ku dikin fesadî!

2
Çimkî ewê wek giya zû bên çinîn,
Û wek sebza şîn biçilmisin.

3
Tu xwe bispêre Xudan, bike qencî,
Li welat rûnê, xwedî bibe bi ewlehî.

4
Ji Xudan lezetê bistîne,
Ewê daxwazên dilê te bi cih bîne.

5
Riya xwe ji wî re bihêle xwe bispêre Xudan,
Ewê bîne cih hemû pêwistiyan.

6
Ewê rastdariya te wek ronahiyê,
Heqê te, wek roja dana derîne.

7
Li pêş Xudan bêdeng be, bi aramî raweste;
Hêrs nebe li wan ku di riya xwe de bikêr in,
Ber yê hîlekar nekeve.

8
Ji hêrsê bireve, dev ji xezebê berde.
Ber nekeve, tenê ew te dibe xerabiyê.

9
Çimkî wê xerab bên birrîn û avêtin
Belê hêvîdarên Xudan, welat mîras distînin.

10
Di nêz de wê dawiya yê xerab bê,
Tu bigerî jî, wê neyê dîtin ciyê wî.

11
Wê nefsbiçûk mîras bistînin welat,
Ji zêdehiya aştiyê bibînin lezet.

12
Yê xerab li ber yê rast kozikan datîne,
Diranê xwe jê re diqirçîne.

13
Belê Reb bi yê xerab dikene,
Çimkî dibîne ku roja wî tê.

14
Şûrên xwe kişandin, tîrên xwe tikandin xeraban,
Da ku li erdê xin bindest û hejaran,
Bikujin yên ku li ser riya rast in.

15
Wê şûrê wan têkeve dilê wan,
Bê şikandin kevanê wan.

16
Piçek hebûna rastan,
Çêtir e ji serweta xeraban.

17
Çimkî wê bê şikandin zendên xeraban,
Wê Xudan bilind bike rastan.

18
Xudan bi rojên gihîştiyan dizane,
Her û herî jî, mîrasa wan e.

19
Di roja xerab de wê şermî nebin,
Di xelayê de wê têr bibin.

20
Belê wê xerab tune bibin;
Dijminên Xudan, wê biçilmisin wek kulîlkên çolan,
Wê telef bibin wek mijan.

21
Yê xerab bi deyn distîne, venagerîne;
Yê rast bi comerdî dide.

22
Yên ku Xudan pîroz kirine, wê welat mîras bistînin.
Yên ku wî ew nalet kirine, wê ji navê bên hilanîn.

23
Xudan, bi mirov dide avêtin gavan,
Eger ew razî be ji riya wan.

24
Bikeve jî dirêj nabe ew li erdan,
Çimkî bi destê wî digire Xudan.

25
Ciwan bûm, niha ez pîr im,
Min nedît ku yê rast hat berdan,
An dûndana wî pars kir, ji bo nan.

26
Ew tev bi comerdî deyn dide.
Dûndana wî pîroz dibe.

27
Ji xerabiyê bireve, qenciyê bike;
Tê her û her bimînî.

28
Çimkî ji rastiyê hez dike Xudan,
Bernade ew evdên xwe, wan dilsozan.
Ew wan diparêze her û her,
Dûndana xeraban tê birrîn.

29
Yên rast welat mîras distînin,
Her û her li wê derê rûdinin.

30
Ji devê yê rast şehrezayî dertê,
Zimanê wî ya rast dibê.

31
Şerîeta Xwedê di dilê wî de ye,
Naşemitin gavên wî.

32
Xerab li pey yê rast dinêre,
Ew li kuştina wî digere.

33
Belê Xudan wî nade destê yê xerab,
Di dîwankirinê de nade cezakirin.

34
Li hêviya Xudan be, riya wî bipê.
Wê te bilind bike, da ku tu mîras bistînî welat,
Tê bibînî, ka çawa koka xeraban hat.

35
Min zilamê xerab û bêrehm dît,
Wek dara ku li ciyê xwe şîn bûye,
Şax û gulî dabû;

36
Belê derbas bû, êdî tune bû,
Ez lê geriyam nehat dîtin, çûbû.

37
Çavê xwe bide zilamê gihîştî, li wî binêre,
Çimkî pêşeroj ya aştîhezan e.

38
Wê bi hev re tune bibin serhildêr,
Û pêşeroja xeraban bê birrîn.

39
Xelasiya rastan tê ji Xudan,
Ew birca wan e dema tengahiyan.

40
Xudan ji wan re dibe alîkar, rizgariya wan tîne,
Ji destê xeraban xelas dike, azadiya wan tîne,
Çimkî wan xwe li wî spartine.