Zebûr Beşa 38
- 1
- Bi hêrsa xwe li min nehilê ya Xudan,
Bi xezeba xwe min perwerde neke!
- 2
- Tîrên te li min ketin,
Û destê te bi giranî li ser min.
- 3
- Ji ber xezabe te, nema sihet di bedena min,
Ji ber gunehê min, nema rihetî di hestiyê min.
- 4
- Çimkî gunehên min, zêde bûn ji serê min,
Wek barekî giran, giran bûn li ser pişta min.
- 5
- Ji ber bêaqiliya min,
Birînên min bi kul û kêm in.
- 6
- Ez xwar û piştxuz bûm,
Tevê rojê digerim şîndar.
- 7
- Çimkî ez dişewitim ji ber agir,
Vê jî siheta bedena min bir.
- 8
- Nema taqeta min, ez pirr pelçiqîm.
Nalînên min, ji ber êşa dilê min.
- 9
- Ya Xudan, tu dizanî bi hemû daxwaza min,
Ji te ne veşartî ne, nalînên min.
- 10
- Dilê min lêdixe, hêza min kêm dibe,
Ronahiya çavan nema li ba min.
- 11
- Dost û hezkirên min, direvin ji birîna min,
Bi ser min nakevin merivên min.
- 12
- Yên li kuştina min digerin, danîn li ber min kozik,
Yên li xesara min digerin, gotinên xerab dibêjin.
Şeveroj hîle difikirin.
- 13
- Belê ez wek kerrekî nabihîzim,
Wek bêzimanekî devê xwe venakim;
- 14
- Wek yekî ku nabihîze,
Û di dev de bersîva wî tune.
- 15
- Çimkî hêviya min tu yî, ya Xudan,
Tê bidî bersîva min, ya Reb Xwedayê min!
- 16
- Çimkî min got, “Bila bi halê min nebin kêfxweş,
Pozbilindiyê nekin bi şemitîna lingê min!”
- 17
- Ez dikim bikevim,
Êşê daye dilê min.
- 18
- Ez bi devê xwe dibêjim sûcê xwe,
Bi keder im ji ber gunehê xwe.
- 19
- Belê dijminên min bi hêz û li ser xwe ne,
Yên ku bi neheqî ji min nefret dikin zêde ne.
- 20
- Yên ku li hember qenciyê dikin xerabî, ji bo min bûne dijmin,
Ji ber ku ez li gor qenciyê dikim.
- 21
- Tu min bernede, ya Xudan!
Ey Xwedayê min, dûr nemîne ji min!
- 22
- Bazde alîkariya min,
Ya Xudan, tu yî rizgariya min.