Zebûr Beşa 40

Kitêba Pîroz » Peymana Kevin » Zebûr 40

Ji bo şefê muzîkê, Zebûra Dawid. 

1
Ez bi sebir li benda Xudan mam;
Bi ser min ve xwar bû, bihîst feryada min.

2
Ji çala mirinê,
Ji ritama heriyê ez deranîm,
Lingê min li ser zinar da rawestan,
Gavên min şidand.

3
Wî stranek nû kir devê min,
Ji bo Xwedayê me îlahiyek pesindanê da min.
Wê gellek bibînin û bitirsin,
Û bi Xudan ewle bin.

4
Xwezî bi wî ku ewle ye bi Xudan,
Rû nade pozbilind û derewkaran.

5
Ya Xudan, Xwedayê min,
Karên te yên zor ciwan, çiqas pirr in fikrên te ji bo mirovan;
Tu kes nîne mîna te,
Ez bidim bihîstin, bixwazim bêjim,
Nayê dawiya wan.

6
Tu kêf nastînî ji qurban û pêşkişkirinê,
Belê min gohên xwe vekirin.
Tu qurbana şewatê û ya guneh jî naxwazî.

7
Hingê min got: “Va ye ez têm;
Di tomara kitêbê de li ser min hatiye nivîsîn.

8
Ez zewqê ji bicihanîna daxwaza te distînim, ey Xwedayê min,
Di kûrahiya dilê min de ye şerîeta te.”

9
Min di civîna mezin de mizgîna rastiyê da,
Ezê devê xwe negirim,
Ya Xudan tu dizanî bi min!

10
Min edaleta te di dilê xwe de veneşart,
Min ji dilsozî û rizgariya te got,
Min kerem û rastiya te ji cîvînên mezin veneşart.

11
Ya Xudan, ji min nedirixîne dilovaniya xwe!
Bila min biparêze hergav, kerem û rastiya te!

12
Bêhed belayan, girt der û dora min,
Gunehan ez girtim, nema hêza nihartina min;
Hê zêdetir in ji porê serê min,
Û ez terikandim dilê min.

13
Razî be ya Xudan, bi azadkirina min!
Ya Xudan, bazde alîkariya min.

14
Yên ku li kuştina min digerin,
Bila şerm bikin, rûreş dagerin,
Yên ku şa dibin bi halê min ê xerab,
Bila riswa bibin, paş ve vegerin!

15
Yên ku ji bo min, “Ox! Ox!” dibêjin,
Bila ji şermbûna xwe şaş bibin!

16
Yên ku li te digerin,
Bila bi te rihet û şa bin!
Yên ji rizgarkirina te hez dikin,
Bila hergav bêjin,”Xudan mezin e!”

17
Ez ku bindest û hejar im,
Tu min bifikire ya Xudan!
Tu yî alîkar û xelaskarê min,
Dereng nemîne, ey Xwedayê min.