Zebûr Beşa 41
- 1
- Xwezî bi wî, ku xwedî dertê li hejaran!
Di roja xerab de, wî xelas dike Xudan.
- 2
- Xudan wî digire, dide wî jiyan,
Li welat wî dilgeş dike,
Wî nade destê dijminan.
- 3
- Di dema bêtaqetiyê de,
Xudan ji bo wî dibe destek,
Di nexweşînê de ji bo wî tîne sihet.
- 4
- Min got, “Li min were rehmê ya Xudan!
Şîfa bide min, çimkî min li pêş te kir gunehan!”
- 5
- Dijminên min, bi xerabî dipeyivin li hember min,
Dibêjin “Wê kîngê bimire û navê wî rabe.”
- 6
- Çaxê tên dîtina min, gotinên vala dikin,
Bi dilê xwe fesadiyê dicivînin,
Bi derketina derve re, wê li hember min dixebitînin.
- 7
- Hemû yên ku nefret dikin ji min,
Dibe piste pista wan li dijberî min.
Xerabiyê difikirin ji bo min.
- 8
- Dibêjin, “Va ye belak xerab hat serê wî,
Ew raza û hew radibe êdî.”
- 9
- Yê ku nanê min xwar, dostê min ê nêzik û ewledar,
Bêbextî li min kir.
- 10
- Belê tu ya Xudan, li min were rehmê, min rake.
Da ku ez ji heqê wan werim der.
- 11
- Gava ku dijminê min, pesnê xwe nede li hember min,
Hingê ezê bizanibim ku tu hez dikî ji min.
- 12
- Ji ber durustiya min, tu dibî alîkarê min,
Tu hergav min digrî li huzûra xwe.
- 13
- Xwedayê Îsraêlê, Xudan,
Ji destpêkê heta bi hetayê pîroz be!
Amîn û amîn!