Zebûr Beşa 5
- 1
- Goh bide gotinên min, ya Xudan,
Axînên min bibihîze.
- 2
- Feryada min bibihîze, ey Padîşah û Xwedayê min!
Çimkî, ji te re ye dua min.
- 3
- Serê sibê tu dibîhîzî dengê min, ya Xudan,
Her sibe ji te re dua dikim, bi hêvî li benda te dimînim.
- 4
- Çimkî tu ne ew Xweda yî ku ji xerabiyê hez dike,
Xerabî li ba te cih nake.
- 5
- Pozbilind li pêş te cih nabînin,
Hemû gunehkar nefreta te dibînin,
- 6
- Tu derewkaran dikî tune,
Ji zilamê xwîndar û hîlekar,
Ya Xudan, tu çiqas aciz î, hawar!
- 7
- Belê ezê, bi wê kerema te ya mezin,
Di hundirê mala te kevim,
Bi tirs serî li ber perestgeha te ya pîroz deynim.
- 8
- Ya Xudan, ji ber dijminên min,
Di rastdariya xwe de rê nîşanî min bide,
Riya xwe rast bike li ber min.
- 9
- Çimkî rastî ji devê wan dernakeve,
Tije xerabî ye dilê wan,
Gora vekirî ye gewriya wan,
Tenê xwe xweşkirin e ya wan.
- 10
- Ya Xwedê, wan sûcdar derîne!
Bike ku planên wan hilweşin.
Berî wan de, ji ber serhildanên wan ên bêhejmar,
Çimkî ew li hember te bûn serhildar.
- 11
- Her kesê ku xwe davêje te bila şa be,
Bila herdem şa û dilgeş be.
Çimkî tu diparêzî wan.
Hezkiriyên navê te, bila têr şabin bi te.
- 12
- Çimkî, tu yê rast pîroz dikî, ya Xudan,
Bi kerema xwe dora wan tije dikî, wek mertalan.