Zebûr Beşa 50

Kitêba Pîroz » Peymana Kevin » Zebûr 50

Zebûra Asaf. 

1
Ew, Xwedê, Xudan dibêje;
Bang li hemû erdê dike,
Ji dera ku roj hiltê û heta dera ku diçe ava.

2
Li bendava rindiyê, li Siyonê,
Dibiriqe Xwedê.

3
Xwedayê me tê, bêdeng namîne,
Agirê li pêş wî dişewitîne,
Û der û dora wî bager û bahoz.

4
Da ku gelê xwe dîwan bike,
Ew bangî ezmanê jor û erdê dike:

5
“Li pêş min bicivînin evdên min ên dilsoz,
Yên ku bi gorîdanê ji min re dane soz.”

6
Ezman rastiya wî didin bihîstin,
Çimkî dadbar Xwedê bi xwe ye.

7
“Ey gelê min gohdar be ez bêjim,
Ey Îsraêl, ez ji te re şahidî bikim:
Ez Xwedê me, Xwedayê te ez im!”

8
Ji ber qurbanên te ez erzê te naşkînim,
Goriyên te yên şewitandî, hergav li pêş min in.

9
Ez ne ji mala te boxeyan,
Ne jî ji gomên te bizinan dibim.

10
Çimkî heywanên hemû daristanan,
Yên min in, dewarên li hezaran çiyan.

11
Bi hemû çivîkên çiyan ez dizanim,
Yên min in, pezkuviyên çolan.

12
Ez birçî bibûma, min ji te re nedigot,
Çimkî hemû dinya û tijebûna wê ya min e.

13
Ma ez goştê boxeyan dixwim?
An xwîna bizinan fir dikim?

14
Tu goriya spasiyê pêşkiş bike Xwedê,
Sozên ku te dane Yê Herî Berz, bîne cih.

15
Di roja xwe ya teng de gazî min bike,
Ezê te rizgar bikim, tê rûmetê bidî min.

16
Belê Xwedê, ji yê xerab re dibêje:
“Bi çi mafî tu ji qanûna min qal dikî,
An peymana min digirî devê xwe?

17
Tu ji hîndariya min nefret dikî,
Û gotinên min davêjî pişt gohê xwe.

18
Gava ku tu dizekî dibînî, tu bi wî re li hev dikî,
Bi zînakaran re dibî hevpar.

19
Devê xwe serbest berdidî bo xerabiyê,
Bi zimanê xwe dikî hîlekariyê.

20
Tu rûdinî, diaxivî li hember birayê xwe,
Buxtanan davêjî kurê diya xwe.

21
Te ev kirin, ez bêdeng mam,
Te got qey ez wek te me.
Belê ez erzê te dişikînim,
Hemû sûcên te li ber te datînim.

22
“Vê fêm bikin, hûn, ey yên Xwedê ji bîr kirine!
An ezê we perçe bikim, kesî we rizgar ke nîne.

23
Her kî ku bide goriya spaskirinê, ew min bi rûmet dike;
Yê ku li riya rast diçe, ezê rigarkirina xwe nîşanî wî bidim.”