Zebûr Beşa 52
- 1
- Bo çi tu bi xerabiyê pesnê xwe didî, ey zordar?
Kerema Xwedê her û her e.
- 2
- Ji zimanê te fesadî tê der
Wek dûzana tûj hîlekar e.
- 3
- Tu ji qenciyê bêtir xerabiyê,
Ji rastiyê bêtir ji derewan hez dikî.
- 4
- Tu, ey zimanê hîlekar!
Tu hez dikî ji her gotina xerakar.
- 5
- Belê wê Xwedê, te her û her hilweşîne,
Wê bi te bigire û te ji konê te derîne,
Ji diyarê jiyanê koka te bişkivîne.
- 6
- Wê yên rast, vê bibînin û bitirsin,
Pê bikenin û weha bêjin:
- 7
- “Vî zilamê ha, xwe nespart Xwedê,
Bi pirrbûna serweta xwe ewle bû,
Û xwe spart dewlemendiyê!”
- 8
- Belê ez, li mala Xwedê wek dara zeytûnê ya şîn im,
Hergav û her û her bi kerema Xwedê ewle me.
- 9
- Ez hergav ji te re spasdar im, çimkî te ev kir,
Li pêş evdên te yên dilsoz, bi navê te hêvîdar im,
Çimkî ew qenc e.