Zebûr Beşa 57

Kitêba Pîroz » Peymana Kevin » Zebûr 57

Gava ji Sawil reviyabû şikevtê. 

1
Li min were rehmê ey Xwedê, li min were rehmê,
Çimkî min xwe avêt te;
Heta ku bela derbas bin,
Ezê xwe bavêjim bin siya bazkê te.

2
Ez bangî Xwedê, Yê Herî Berz dikim,
Ew Xwedê ku, her tiştî ji bo min dike.

3
Wê ji ezmanan bişîne û min azad ke,
Yên ku dixwazin min daqurtînin şermî ke,
Wê kerem û dilovaniya xwe bişîne.

4
Canê min di nav şêran de ye,
Di nav zilamên ku dişewitînin de ez radizêm,
Diranên wan wek rim û wek tîr in,
Zimanê wan şûrê tûj.

5
Ey Xwedê, li ser ezmanan bilind be,
Bila berziya te li ser tevahiya erdê be!

6
Tor avêtin gavên min,
Pelişî canê min;
Li pêş min çal vedan,
Ew bi xwe ketinê.

7
Dilê min bêleq e, ey Xwedê, dilê min bêleq e,
Ezê lavij û îlahiyan bêjim.

8
Hişyar be ey canê min, hişyar be,
Hişyar be ey ribab, ey çeng,
Ezê, seherê hişyar kim!

9
Di nav miletan de ez spasî bidim te, ey Xudan,
Di nav netewan de ji te re lavijan bêjim.

10
Çimkî kerema te heta ezmanan,
Rastiya te mezin e bi qasî asîmanan.

11
Ey Xwedê, bilind bibe li ser ezmanan,
Bila berziya te li ser tevahiya erdê be.