Zebûr Beşa 60

Kitêba Pîroz » Peymana Kevin » Zebûr 60

donzdeh hezar Edomî kuşt. 

1
Te em ji xwe avêtin, ey Xwedê te em şikandin,
Tu hatî xezebê, me li halê me yê berê bizivirîne!

2
Te erd hejand, te erd çirand;
Qelşên wê bi hev ve bizeliqîne, erd diheje.

3
Te tengahî bi gelê xwe da kişandin,
Şeraba sermestkirinê bi me da vexwarin.

4
Da ku riya rastiyê vebibe,
Te al da yên ji te ditirsin.

5
Da yên ku tu ji wan hez dikî, bibînin rizgariyê,
Bi destê xwe yê rastê azad ke, me bibersivîne!

6
Xwedê ji ciyê xwe yê pîroz got:
“Ezê şa bim, Şexemê parve kim,
Berriya Sukkotê bipîvim.

7
Gilad, ya min e, Manasse jî ya min,
Efrayim kumzirxê serê min,
Cihûda gopalê padîşahiya min.

8
Moav legana min a şûştinê,
Edomê li ber lingê min e,
Ezê bi serfirazî, bi ser Filîstê ve biqîrim.”

9
Ma wê kî min bibe bajarê bi sûr?
Wê kî rêberiya min bike heta Edomê?

10
Ey Xwedê, ma te em ji xwe neavêtin?
Ma êdî tu bi ordiyên me re naçî?

11
Li hember dijmin ji me re bibe alîkar,
Çimkî pûç e alîkariya mirov.

12
Em bi Xwedê mêrxasiyê dikin,
Ew dipelçiqîne dijminên me.