Zebûr Beşa 61
- 1
- Ey Xwedê, feryada min bibihîze,
Goh bide dua min.
- 2
- Gava ku dilê min dixeriqe,
Ez bangî te dikim ji vî kujê dinê.
Tu min derxe wî zinarê ku ez nagihîjimê,
- 3
- Çimkî tu ji bo min bûyî star,
Li hember dijmin bûyî birceke hêzdar.
- 4
- Li konê te ez her û her rûnêm,
Xwe bavêjim bin siya bazkê te.
- 5
- Ey Xwedê, te sozdanên min bihîst,
Mîrasa yên ku ji navê te ditirsin, te da min.
- 6
- Tu rojan, li rojên padîşah zêde ke,
Bila salên wî bibin sedsal!
- 7
- Bila li pêş Xwedê hergav rûnê,
Tu wî, bi kerem û rastiya xwe biparêze!
- 8
- Hingê ezê ji navê te re hergav lavijan bêjim,
Û her roj sozên xwe bînim cih.