Zebûr Beşa 62
- 1
- Canê min, tenê bi aramî li benda Xwedê ye,
Rizgariya min bi wî ye.
- 2
- Ew e zinar û rizgariya min,
Birca min a bilind ew e, ez nahejim.
- 3
- Wek dîwarek xwarbûyî, wek sêncek ji ciyê xwe çûyî,
Heta kîngê, hemû bi hev re,
Ji bo pelçiqandinê,
Hûnê êrîş bikin ser wî?
- 4
- Tenê ew, wî ji şerefa wî xistinê dişêwirin.
Ji derew zewk distînin.
Bi devê xwe xêr û dûa dikin,
Di dilê xwe de nalet dikin.
- 5
- Ey canê min, tu tenê bi aramî Xwedê bipê,
Çimkî hêviya min ew e.
- 6
- Zinar û hêviya min ew e,
Birca min a bilind ew e, ez nahejim.
- 7
- Rizgarî û berziya min bi Xwedê ye,
Zinarê hêza min, dera stara min Xwedê ye.
- 8
- Ey gelê min, hergav tu bi wî ewle be,
Dilê xwe birêje ber wî,
Çimkî Xwedê stargeha me ye.
- 9
- Zarokên xelqê tenê hilmek in,
Beyzade jî derew,
Gava ku ketin mêzînê,
Herdû jî siviktir in ji hilmê.
- 10
- Pişta xwe nedin zordariyê, pesnê xwe nedin bi talanê,
Serwet zêde bibe jî, dilê xwe pê ve girê nedin.
- 11
- Xwedê carekê got,
Min ev du car bihîst:
Hêz ya Xwedê ye,
- 12
- Kerem jî ya te ye, ya Reb!
Çimkî li gor karê wan, tu bergîdanê didî hemû kesan.