Zebûr Beşa 63
- 1
- Ey Xwedê, tu yî Xwedayê min,
Ez li te digerim,
Canê min tiyî te bûye,
Li diyarekî çol, westa û bêav,
Bedena min bêriya te dike.
- 2
- Ji bo ku ez bibînim hêz û berziya te,
Di dera pîroz de min nihartiye li te.
- 3
- Ji jiyanê qenctir e kerema te,
Lêvên min ji bo te didin spasî.
- 4
- Heta ez hebim ezê pesnê te bidim,
Bi navê te ezê destê xwe bilind bikim.
- 5
- Wek bi mêjî û rûn têr bibim, wê canê min têr bibe,
Wê devê min, bi lêvên min bi şahî ji te re şikir bike.
- 6
- Çaxê ez te, di nav nivînan de bibîr tînim,
Di dirêjiya şevê de, ez te kûr difikirim.
- 7
- Çimkî tu ji min re bûyî alîkar,
Di bin siya bazkên te de bi şahî dibim spasdar.
- 8
- Canê min bi daxwaz li dû te baz dide,
Destê te yê rastê ji min re dibe alîkar.
- 9
- Belê yên ku dixwazin canê min bistînin,
Ewê korta bin erdê bibînin,
- 10
- Ewê bîkevin ber devê şûr,
Ji çeqelan re bibin par.
- 11
- Belê wê padîşah bi Xwedê şa be.
Yên ku bi navê wî sond dixwin, wê pesnê xwe bidin,
Lê ewê devê derewkaran bê girtin.