Zebûr Beşa 64
- 1
- Di lavakirinê de, dengê min bibihize ey Xwedê,
Ji tirsa dijmin biparêze jîna min.
- 2
- Ji şêwrên dizî yên xeraban,
Tu min veşêre ji welwela fesadan.
- 3
- Ew ku, zimanê xwe wek şûr tûj kirine,
Tîrên xwe wek gotinên tal ava kirine,
- 4
- Da ku ji dera veşartî, bavêjin zilamê gihîştî.
Ji nişka ve, bê tirs davêjin wî.
- 5
- Di karê xerabiyê de ew wêrek in,
Kozikên veşartî dişêwirin,
“Ma wê kî bibîne?” dibêjin.
- 6
- Li fesadiyê digerin,
“Me planek bêqusûr çêkir!” dibêjin.
Dil û hundirê her yekî ji wan kûr e.
- 7
- Belê wê Xwedê, bavêje wan tîran,
Ji nişka ve birindar bike wan.
- 8
- Wê zimanê wan, wan bibe xerabûnê,
Yên ku wan bibînin, wê serê xwe bi wan bihejînin.
- 9
- Wê hemû mirov bitirsin,
Karê Xwedê bidin bihîstin,
Ya ku wî kiriye bifikirin.
- 10
- Yê rast wê bi Xudan şa be,
Xwe bispêre wî,
Hemû dilên paqij wê bidin pesnê wî.