Zebûr Beşa 68

Kitêba Pîroz » Peymana Kevin » Zebûr 68

Ji bo şefê muzîkê, Zebûra Dawid, lavij. 

1
Bila Xwedê rabe, dijminê wî belav bibin,
Yên ku jê nefret dikin, ji ber wî birevin!

2
Bila wan belav ke, wek dûyê belavbûyî;
Wek şimaya ku li ber agir dihele,
Bila yên xerab li ber Xwedê nemînin!

3
Bila yên rast şa bibin,
Li pêş Xwedê bikin şahî,
Bi şabûnê bihna xwe vedin.

4
Ji Xwedê re lavijan bêjin, pesnê navê wî bidin,
Ji siwarê ku çolê derbas dibe re, rê çêkin;
Navê wî Xudan e, li pêş wî bikin cejn!

5
Xwedê, li warê xwe yê pîroz,
Bavê sêwiyan, xwedanê jinebiyan e.

6
Xwedê, mala bêkesan ava dike,
Dîlan dertine firehiyê,
Belê serhildêr li dera ziwa rûdinên.

7
Ey Xwedê, gava ku tu derketî pêşberî gelê xwe,
Çaxê tu li çolê rêve çûyî,

8
Erd hejiya,
Asîman li pêş Xwedê dilop kir,
Li pêş Xwedê, li pêş Xwedayê Îsraêlê,
Sîna jî lerizî.

9
Te baranên baş barandin, ey Xwedê,
Gava ku westiya, te hêz da axa xwe.

10
Gelê te li wê derê rûnişt,
Te qenciya xwe, ji dilşikestiyan re amade kir, ey Xwedê.

11
Reb ku da ferman,
Ordiyeke jinan mizgînî da:

12
“Direvin, direvin padîşahên ordiyan!
Jinên malê, parî dikin malê talanê.

13
Heta ji bo yên we yên li gomê vezeliyayî,
Kevokeke bazkzîvîn,
Û purtên wê bi zêrê zer rapêçandî heye.”

14
Gava ku Karîndar, padîşah belav kirin,
Tê bêjî, li Çiyayê Salmonê berf dibariya.

15
Çiyayê Basan çiyayê berz e!
Çiyayê Basan bilind û bi gopît e!

16
Ey çiyayên bilind, bo çi hûn awiran didin,
Çiyayê ku Xwedê ji bo xwe bijartiye?
Erê, wê Xudan her û her li wê derê rûnê.

17
Erebên Xwedê yên şer bîst hezar, hezar caran hezar in,
Reb di nav wan de ye, wek Sînayê di nav pîroziyê de ye.

18
Tu hilkişiyayî jor, te yên dîl, dîl kirin,
Ya Xudan Xwedê, ji bo ku tu li wê derê rûnêyî,
Te ji mirovan û heta ji serhildêran jî diyarî sitandin.

19
Rebê ku her roj barê me dikişîne,
Xwedayê ku rizgariya me ye, pîroz be.

20
Xwedayê me Xwedayê rizgarkirinê ye,
Tenê Rebê me Xudan, dikare ji mirinê xelas bike.

21
Belê Xwedê serê dijminên xwe, serê wan ê bi pirç,
Serê yên ku di nav gunehan de digerin dipelçiqîne.

22
Reb got, “Ezê wan ji Basanê şûn ve bînim,
Ezê wan ji kûrahiya deryayan şûn ve bizivirînim,

23
Da ku, tu lingê xwe di xwînê bidî, wan bipelçiqînî,
Da ku zimanê seyê wan, ji dijminê te para xwe bistînin.”

24
Ey Xwedê, wan meşa te ya karwanî dît,
Wan dît ku Xwedayê min, padîşahê min ket dera pîroz.

25
Di nav keçên ku li tefê dixin de,
Li pêş yên ku dixwînin, li paş yên ku li saz dixin meşiyan.

26
“Ey hûn, yên ku ji kaniya Îsraêl in,
Di civînên xwe de pesnê Xwedê, pesnê Xudan bidin!”

27
Padîşahê wan Benyamînê biçûk,
Bi zilamên xwe re serokên Cihûdayê,
Serokên Zebûlûn, serokên Naftalî li wir in!

28
Xwedayê te, hêza te emir kir,
Ya ku te ji bo me kirî, asêtir bike, ey Xwedê!

29
Ji bo xatirê perestgeha te ya li Orşelîmê.
Wê diyariyan ji te re bînin padîşah.

30
Heywanê kûvî yê ku di nav çilqan de dijî,
Kulinçeyên zîv di bin lingan de dipelçiqîne.
Tu erzê garana ga û golikên miletan bişikîne,
Miletên şerhez ji hev biqetîne!

31
Wê ji Misirê diyarî werin,
Hebeş, wê zû destê xwe ji Xwedê re vekin.

32
Ey padîşahiyên erdê, ji Xwedê re lavijan bêjin,
Bi lavijan pesnê Reb bidin,

33
Ji yê li ezmanan, li ezmanên kevin siwar bûye re lavijan bêjin.
Va ye dengê wî, dengê wî yê bi hêz bilind dibe!

34
Hêza Xwedê binasin;
Berziya wî li ser Îsraêlê ye,
Hêza wî li ezmanan.

35
Tu çi bi heybet î, ey Xwedê, li perestgeha xwe!
Xwedayê Îsrailê, ku hêz û pêkarî dide gelê xwe,
Pîroz be!