Zebûr Beşa 69

Kitêba Pîroz » Peymana Kevin » Zebûr 69

Ji bo şefê muzîkê, di meqamê “Sosinê de,” Zebûra Dawid. 

1
Min rizgar ke, ey Xwedê,
Av gihîşt stûyê min.

2
Ez ketim ritama kûr,
Dera seknê tune.
Ez ketim avên kûr,
Pêl di ser min re derbas dibin.

3
Ez westiyam ji feryadê,
Gewrî li min ziwa bû;
Li benda Xwedê,
Çavên min tefiyan.

4
Yên ku ji tunehî ji min nefret dikin,
Ji porê serê min pirrtir in.
Gellek zêde ne dijminên min ên neheq, ku li kuştina min digerin.
Tiştê ku min nediziye dixwazin bi min bidin dayin?

5
Ey Xwedê, tu bi bêaqiliya min dizanî,
Ji te, neveşartî ne gunehên min.

6
Ey Reb, Xudanê ordiyan,
Bila şermî nebin yên ku li hêviya te man!
Ey Xwedayê Îsrailê,
Bila riswa mebin, yên ku ji rûyê min li te geriyan!

7
Di riya te de min xwe da ber riswakirinê,
Ser çavê min nixamt şermê.

8
Ez ji birayên xwe re xerib,
Ji kurên diya xwe re biyanî mam.

9
Çimkî, xîretkêşiya ji bo mala te ez qedandim,
Riswakirina yên ku te riswa dikin hat ser min.

10
Ez giriyam, min bi rojiyê cefa da xwe,
Ev ji bo min eyib hat hesibandin.

11
Çaxê min şêl ji xwe re kir libas,
Ez ji bo wan bûm çîrok.

12
Yên li ber derî rûniştî xeyba min dikin,
Û ez bûm strana serxweşan.

13
Belê dua min ji te re ye, ya Xudan!
Ey Xwedê, demeke maqûl, bi zêdehiya kerema xwe,
Bi alîkariya xwe ya dilsoz min rizgar ke,
Min bibersivîne.

14
Tu min ji heriyê derîne,
Nehêle ez noq bibim;
Bike ku ez, ji yên ku ji min nefret dikin,
Û ji avên kûr azad bibim.

15
Bila pêlên avan di ser min re derbas nebin,
Bila kûrahî min danequrtinin,
Û bila çala mirinê devê xwe li ser min negire.

16
Min bibersivine ya Xudan,
Çimkî kerema te qenc e.
Bi zêdehiya dilovaniya xwe li min bizivire!

17
Ruyê xwe veneşêre ji evdê xwe,
Ez di tengahiyê de me, zû min bibersivîne!

18
Xwe nêzikî canê min bike, min bibexşîne,
Dijminên min, ji ser serê min hilîne.

19
Tu dizanî,
Bi riswatî, şerm û rezaleta li hember min;
Hemû jî li pêşberî te ne, dijminên min.

20
Ez bi keder im, riswatiyê dilê min şikand,
Ez li benda dilovanekî mam, belê derneket,
Li xemrevînekî geriyam, min rayî nekir.

21
Di şûna xwarinê de, wan jehr da min,
Di tîbûnê de, wan sihik bi min dan vexwarin.

22
Bila sifra li ber wan ji bo wan bibe dafik,
Hê di aştiyê de ne, têkevin defikan!

23
Bila çavê wan tarî bibe, nebînin!
Tu hergav bilerizine pişta wan!

24
Xezeba xwe bi ser wan de birijîne,
Şidbûna hêrsa xwe bi wan bigihîne!

25
Bila bêdeng bimîne stara wan,
Kes rûnenê li konê wan!

26
Li zilamê ku te lêxistiye eziyet dikin,
Êşa, zilamê ku te birindar kiriye dipeyivin.

27
Tu bi serê wan de ceza bibarîne,
Bila kes ji wan azakirinê ji te nebîne!

28
Bila bên xîjkirin ji deftera jîndaran,
Bi rastan re neyên nivîsandin!

29
Ez ku, ketî û bi keder im,
Bila rizgarkirina te, min bilind bike ey Xwedê!

30
Ezê navê Xwedê, bi lavijan bêjim,
Bi spaskirin, wî berz bikim.

31
Wê ev Xudan,
Ji gayekî bi sim û bi qiloç,
An ji boxekî bêtir şa bike.

32
Bindest wê vê bibînin û şa bibin,
Ey yên ku li Xwedê digerin, bila dilê we zindî bibe.

33
Çimkî Xudan, dibihîze belengazan,
Ew kêm nabîne hêsîran.

34
Bila ji wî re spas bikin,
Erd û ezman, derya û yên ku di wan de digerin!

35
Çimkî wê Xwedê Siyonê rizgar bike,
Û bajarên Cihûdayê ava bike;
Yên li wê derê rûdinên, ewê wê derê ji xwe re bikin milk.

36
Wê zarokên evdên wî jî, wê derê mîras bistînin,
Yên ku ji navê wî hez dikin, li wê derê rûnin.